Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke rojnameya Zeitê ya Almanyayê, hinek penaxwazên ji Tirkiyeyê ji bo ku li Almanyayê mafê penabertiyê bi dest bixin, li welatê xwe bi pereyan dozên cezakirinê li xwe vedikin.
Li gorî raporê, qaçaxçî ji bo vî karî 800 Euro dixwazin û dozgerên ku bertîl stendiye jî dosyeyan amade dikin.
Ev bazirganî li ser platformên TikTok û Telegramê tê kirin.
Pakêtên giştî yên ku qaçaxçîtiya ber bi Almanyayê ve jî li xwe digirin ji 6 hezar Euroyan dest pê dikin.
Sîstema UYAPê tê bikaranîn
Sîstema UYAPê ji aliyê Wezareta Dadiya Tirkiyeyê ve tê birêvebirin.
Di vê sîstemê de lêpirsîn, îdianame û biryarên ji seranserê welêt tên tomarkirin.
Welatî dikarin bi rêya e-Devletê li dosyeyên xwe binihêrin.
Penaxwaz jî van dosyeyan di telefonên xwe yên destan de nîşanî Daîreya Koç û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) didin.
Ew bi vî awayî îdia dikin ku li Tirkiyeyê rastî zextên siyasî tên û daxwaza penabertiyê dikin.
BAMF ji vê rewşê şaş maye
BAMF demeke dirêj e bi sextekariya UYAPê re rûbirû ye.
Lê berê qaçaxçiyan malperên sexte yên ku wekî UYAPê hatibûn çêkirin bi kar dianîn.
Li gorî rojnameya Zeitê, bikaranîna dozên rastîn BAMF şaşwaz kiriye.
Serokê Beşa BAMFê Patrick Schmidtke diyar kir ku wan di dema nirxandina dosyeyan de gelek nakokî dîtine.
Rêbaza sextekariyê çawa dixebite?
Li gorî rojnameyê ev kar bi pergaleke diyar tê kirin.
Mişterî li ser medyaya civakî posteke ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rexne dike parve dike.
Li Tirkiyeyê heqaretkirina li serokkomarê wî welatî sûc e .
Dozgerekî ku bertîl stendiye, vê postê wekî hincet dibîne û lêpirsînê dide destpêkirin.
Ev lêpirsîn bi awayekî fermî di UYAPê de tê tomarkirin.
Bi vî awayî penaxwaz dikare li Almanyayê dozeke ku wî bi xwe sîparîş kiriye nîşan bide.
Bi 800 euroyan mafê rûniştinê
Rojnamegerên Zeitê bi navê kiryaran bi çend qaçaxçiyan re axivîn.
Yekî ji wan ji bo lêpirsîn, serdegirtina malê û îdianameyê 800 euro xwestiye.
Wî qaçaxçiyî ji rojnamegeran re gotiye, "Bi vê yekê tu dikarî li her derê mafê rûniştinê wergirî."
Wî her wiha diyar kiriye ku mişteriyên wî yên razî li Hamburg û Berlînê hene.
Qaçaxçiyên din jî pakêtên giştî yên ku qaçaxçîtiya ber bi Almanyayê ve jî li xwe digirin bi herî kêm 6 hezar euroyî difirotin.
Lê qaçaxçiyekî din jî hişyarî daye û gotiye ku eger ew kes bi van dozan vegere Tirkiyeyê dê rastî pirsgirêkên mezin were.
Rêjeya qebûlkirina penaberan daket ji sedî 12an
Welatiyên Tirkiyeyê di nav penaxwazên li Almanyayê de di rêza sêyemîn de ne.
Ji sala 2021ê ve nêzîkî 140 hezar kesî ji bo penabertiyê serî lê daye.
Rêjeya qebûlkirinê ku sala 2020î ji sedî 43 bû, niha daketiye derdora ji sedî 12an.
BAMF destnîşan dike ku ew her dosyeyekê yek bi yek dinirxînin.
Pisporê dosyeyên penaberên Tirkiyeyê Kamîl Taylan hişyarî da ku bi zêdebûna van sextekariyan, dibe ku êdî kes ji penaxwazên rastîn bawer neke.
Li Dadgeha Rêvebiriyê ya Gelsenkirchenê du beş tenê li ser dozên penaxwazên Tirkiyeyê yên redkirî dixebitin.
Li wê derê hîn 685 doz vekirî ne û herî dawî dozên sala 2019an hatin dîtin.



