Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê di çarçoveya bipêşxistina pêwendiyên akademîk ên navneteweyî û belavkirina ziman û çanda Kurdî ya li ser asta cîhanê de çû Çînê kir.
Serokê Zanîngehê Prof. Dr. Kamaran Yûnis Emîn serokatiya şandeyê dikir.
Şande bi ziyareteke fermî gihîşt Pekîna paytexta Çînê.
Armanca ziyaretê beşdarbûna di merasîma destpêkirina sala nû ya xwendinê û vekirina beşa zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Pekînê bû.
Pîrozbahî û piştgiriya Zanîngeha Selahedînê
Serokê Zanîngeha Selahedînê beşa Kurdî ziyaret kir.
Wî li ser navê xwe û li ser navê Herêma Kurdistanê serokatiya zanîngehê pîroz kir.
Her wiha wî piştrast kir ku dê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya temam a akademîk û lojîstîkî pêşkêş bikin.
Bingehê hevkariya her du aliyan bi îmzekirina lihevkirinekê hat pejirandin.
Ev lihevkirin di navbera Prof. Dr. Kamaran Yûnis û Alîkarê Serokê Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Pekînê Dr. Zao Cank de hat îmzekirin.
Naveroka lihevkirinê
Lihevkirin van xalên jêrîn li xwe digire:
Piştgiriya akademîk: Zanîngeha Selahedînê dê mamosteyekî pispor ê zimanê Kurdî bişîne Çînê da ku ji bo semestrekê yan jî çend babetan waneyan bide.
Piştgiriya lojîstîkî: Dê çavkanî û pirtûkên Kurdî ji bo pirtûkxaneya beşa Kurdî ya Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Pekînê werin dabînkirin û şandin.
Veguherîna xwendekaran: Dê zemîn were amadekirin daku xwendekarên Çînî ji bo rahênanên pratîkî yên li ser ziman û çanda Kurdî werin Herêma Kurdistanê.
Berê Serokê Beşa Zimanê Kurdî ya wê zanîngehê Zanîngeha Selahedînê ziyaret kiribû û 4 mehan li Hewlêrê mabû.
Ew li vê derê beşdarî kurseke akademîk a zimanê Kurdî û çalakiyên zanîngehê bûbû.
Zanîngeha Selahedînê li ser asta Îraqê yekem beşa zimanê Çînî vekiriye ku niha xwendekarên wê yên derçûyî hene.
Girîngiya Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Pekînê
Ev navenda akademîk yek ji zanîngehên herî navdar û mezin ên Çînê û cîhanê ye.
Taybetmendiyên wê wiha ne:
Rêzbendiya Cîhanî (Rankings):
Li gorî platforma Şanghayê (ARWU), di nav nêzîkî 3 hezar zanîngehên Çînê de di girîngîdana bi ziman de di rêza yekem de ye.
Li gorî platforma QSya navneteweyî, di qada xwe ya pisporiyê de li cîhanê di rêza 18an de ye.
Derguşa dîplomatan
Zêdetirî sê hezar derçûyên vê zanîngehê di konsulxane û balyozxaneyên Komara Gel a Çînê de xebitîne.
Ji ber vê yekê wekî "derguşa dîplomatan" tê naskirin.
Pêwendiyên navneteweyî
Zanîngeh xwedî peyman û hevkariya akademîk a bi 300 zanîngehên navdar ên cîhanê re ye.
Di nav wan de Cambridge (Brîtanya), Chicago (Amerîka), Tokyo (Japon) û çend zanîngehên Awistrulya û Ewropayê hene.
Di vê zanîngehê de 101 ziman tên xwendin.
Beşa Zimanê Kurdî dibe yekem beşa zimanê Kurdî di tevahiya Komara Gel a Çînê de ku dikeve çarçoveya bernameya xwendinên biyanî.
Sîstema xwendinê 4 sal e û bawernameya lîsansê dide derçûyan.
Niha 11 xwendekarên Çînî wekî qonaxa yekem li vê beşê dest bi xwendinê kiriye.



