Hewlêr (Rûdaw) - Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi sernavê “Di Pêvajoyên Aştiyê De Bîra Medyayê: Nêrîna Ewropayê-2” panelekê li dar dixe.
Panel dê roja şemiyê 14ê Çiriya Paşîn bê lidarxistin.
Di panelê de dê rojnameger, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û Ewropayê bên ba hev.
Beşdar dê pêvajoya çareseriyê, rola medyayê û nêrîna Kurdên li diyasporayê binirxînin.
Bername dê saet 10:00an li Otela Koln Marriottê dest pê bike.
Piştî qeydkirina beşdaran, Serokê GGCyê Felat Bozarslan dê axaftina vekirinê bike.
Rewşa pêvajoyê û pratîka medyayê
Di rûniştina yekem a panelê de Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel dê li ser rewşa niha ya pêvajoyê agahiyan parve bike.
Her wiha pêşhatên dawî yên di warê dewlet, civak û medyayê de û gihandina pêvajoyê ji bo raya giştî ya Ewropayê dê bên nîqaşkirin.
Piştî rûniştinê dê beşa pirs û bersivan were lidarxistin.
Rûniştina duyem a bernameyê dê bi sernavê “Dengên ji Ewropa, Herêm û Medyaya Navendî: Şahidiya Rojnamegeran” bê lidarxistin.
Di vê rûniştinê de Bulent Mumay, Alîşer Delek, Nevzat Çîçek, Hatîce Kamer û Zekî Ozmen dê wekî axaftvan beşdar bibin.
Di vê rûniştinê de dê mijarên wekî ragihandina bûyerên li qadê di medyayê de, pratîkên rojnamegeriya aştiyê ya li Tirkiyeyê, zehmetiyên li pêşberî rojnamegeran û pêwendiya di navbera medyaya herêmî û ya navendî de bên nirxandin.
Perspektîfa diyasporayê
Rûniştina sêyem dê bi sernavê “Nêrînek ji Ewropayê: Perspektîfa Diyasporayê” were lidarxistin.
Di vê rûniştinê de nêzîkatiya medyaya Ewropayê ya li hemberî pêvajoyê, weşanên medyaya diyasporayê û têgihiştina raya giştî ya Ewropayê ya li ser pêvajoyê dê bên gotûbêjkirin.
Prof. Dr. Huseyîn Çîçek, Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan û Serokê Civaka Kurdan a Almanyayê Alî Ertan Toprak dê wekî axaftvan beşdarî vê rûniştinê bibin.
Di vê beşê de dê rola medyaya Ewropayê ya di çareserkirina pevçûnan de û sînorên wê jî bên nîqaşkirin.
Panel bi forumê bi dawî dibe
Di beşa forumê de ku dê di navbera saetên 16:00 û 17:00an de bê lidarxistin, axaftvan û beşdarên dê hêvî û pêşniyarên xwe yên li ser pêvajoya aştiyê bînin zimên.
Nêzîkatiya diyasporaya Kurdan a li Ewropayê, hêviyên hevpar û pêşniyarên çareseriyê dê ji mijarên sereke yên forumê bin.
Koordînatoriya vê çalakiyê ji aliyê Hozan Adar ve tê kirin.
Armanca çalakiyê ew e ku li ser pêvajoyê di navbera raya giştî ya Ewropayê û ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de diyalogeke rasterast û piralî ava bibe.




