Hewlêr (Rûdaw) - Emmanuel Macron da zanîn ku astengiya herî mezin a li pêşiya Fransayê zêdebûna lêçûna jiyanê ye, bi taybetî jî bihabûna enerjiyê ye ku ji ber şerê li Îranê derketiye holê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvînekê de got:
"Ew qeyrana ku şiyana kirînê ya xelkê kêm kiriye, şerê li Îranê, dorpêçkirina Tengava Hurmizê û bilindbûna bihayê sotemeniyê ye.
Ne zêdekirina bacan e, ne biryara hikûmetê ye û ne jî reforma malnişîniyê ye ku bûye sedema derketina vê tevgera civakî."
Xwenîşandanên li Fransayê
Ev daxuyaniyên Serokkomarê Fransayê piştî wê yekê hatin ku hefteyên borî li bajarên Fransayê xwenîşandanên berfireh hatin lidarxistin.
Li gorî xwendekaran û sendîkayên perwerdeyê, bilindbûna lêçûna jiyanê, bihabûna xercên xwendinê û kêmasiyên sîstemê sedemên xwenîşandanan in.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Fransayê, di wan xwenîşandanan de nêzîkî 5 hezar kes hatine desteserkirin.
Şerê li Îranê û bihabûna petrolê
28ê Sibata îsal, Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşekan û bi dronan bersiv da welatên cîran û Îsraîlê.
Ji 2yê Adarê ve Îranê Tengava Hurmizê girt ku niha Amerîka dibêje di bin kontrola hêzên wan de ye lê Tehran vê yekê red dike.
Roja destpêkirina vî şerî bermîleke petrola Brentê bi 72 dolaran bû lê niha bi 117 dolaran tê firotin.
Vê yekê jî li welatên Yekîtiya Ewropayê bihayê lîtreyeke gaza xwezayî bi navînî ji sedî 50 bilind kiriye ango ji 1,5 euroyî derxistiye nêzîkî 2,2 euroyan.



