Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) navên 2 leşkerên xwe yên din ên Hêzên Asmanî li lîsteya kuştî û miriyên artêşa xwe ya li Rojhilata Navîn zêde kir.
Bi vî awayî, hejmara kuştî û miriyan di nav refên hêzên Amerîkayê de li herêmê ji destpêka şerê li Îranê ve derket 23 leşkeran.
Li gorî Sîstema Şirovekirina Zererên Şer a Pentagonê her du leşker li derveyî qada şer mirine.
Hêzên Asmanî yên Amerîkayê eşkere kir ku leşkerek ji ber nexweşiyê miriye û sedema mirina leşkerê duyem jî hîn nediyar e û lêpirsîna li ser berdewam dike.
Li gorî amarên Pentagonê, ji 23 leşkerên ku ji destpêka şer ve mirine, 11 leşker bi guleyên rasterast ên "neyaran" hatine kuştin.
Her wiha 12 leşkerên din jî di bûyerên din de mirine ku 6 ji wan siwarên balafireke veguhastina sotemeniyê bûn ku meha Adarê li Îraqê ketibû xwarê.
Tomarên Wezareta Şer a Amerîkayê eşkere dikin ku ji destpêka şer ve 865 leşkerên Amerîkî ji ber guleyên hêzên "neyar" birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji nîvî zêdetirê van leşkeran di qonaxa piştî agirbesta meha Tîrmehê de birîndar bûne ku di wê demê de rêzeêrişên bersivdayîn û tolhildanê di navbera Washington û Tehranê de qewimîn.



