Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 21 rojan rawestanê ji ber xirabiya rewşa hewayê û pêlên deryayê, derbasbûna koçberan a di Tengava Manşê re ber bi Brîtanyayê ve ji nû ve dest pê kir.
Doh pêncşemê 263 koçber gihîştin Bendera Doverê ya Brîtanyayê.
Belavbûna vîdeoya belemeke koçberan ku “bi rengên Alaya Kurdistanê” hatibû xemilandin li Brîtanyayê deng veda.
Li ser platforma tora civakî ya Xê vîdeoyek hat belavkirin ku tê de belemeke plastîk a bi qasî 25 koçberan xuya dike.
Belem bi rengên sor, spî, kesk û zer ên Alaya Kurdistanê hatiye dîzaynkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku belem ji beravên Belçîkayê yên nêzîkî sînorê Fransayê ber bi Brîtanyayê ve bi rê dikeve.
Di qeyda vîdeoyê de kesê ku dîmenan digire bi Îngilîzî dipirse, "Hûn ji bo gihîştina Îngilistanê bi kelecan in?" û koçber jî bi dengekî bilind dibêjin: "Erê!"
Di vîdeoyê de polîsên Belçîkayê jî li beravê tên dîtin lê rêgiriyê li çûyîna belemê nakin.
Nigel Farage: Henekên xwe bi me dikin
Serokê Partiya Reform UKyê ya rastgir a li dijî koçberan Nigel Farage ev vîdeo li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û wêneyê Alaya Kurdistanê jî danî ser wê.
Nigel Farage di daxuyaniya xwe de got:
"Ev belem bi taybetî bi rengên alaya Kurdan hatiye çêkirin.
Çete bi halê me dikenin, êdî beleman bi rengên xwe yên neteweyî boyax dikin.
Ew bi rastî henekên xwe bi me dikin. Em ji Calayaisê, Normandiyayê û niha jî ji Belçîkayê ve tên dagirkirin."
Farage her wiha rexne li polîsên Belçîkayê girtin ku li hemberî belemê bêdeng mane.
The boats are now launching from Belgium. The Belgian authorities, like the French, are just standing and watching. This boat is even custom-made to match the Kurdish flag. The gangs are laughing at us. https://t.co/Qx0PlQfr1F
— Nigel Farage (@Nigel_Farage) October 29, 2026
Ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê ragihand ku agahiya wan a rasterast ji wê belemê nîne lê ew vê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.
Berdevkê Serokwezîrê Brîtanyayê destnîşan kir ku ew di têkoşîna li dijî qeyrana koçê de ne xemsar in û got:
"Em dizanin ku karê me yê zêdetir li pêş e, lewma em dê bi hevkarên xwe yên navneteweyî re xebatên xwe bidomînin."
Her wiha Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê got:
"Me di rûbirûbûna belemên biçûk de bipêşketineke baş bi dest xist.
Derbasbûn bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Me di demsala havînê de asta herî kêm a gihîştina koçberan ji sala 2020an vir ve tomar kir.
Hewldanên me yên hevpar ên piştî hilbijartinan bûn sedema rêlibergirtina zêdetirî 50 hezar hewldanên derbasbûnê û destdanîna ser hezar û 100 beleman."
Hejmara koçberan kêm bûye
Bi gihîştina 3 beleman a roja pêncşemê re, hejmara giştî ya koçberên neyasayî yên ku ji destpêka sala 2026an ve Tengava Manşê derbas kirine û gihîştine Brîtanyayê gihîşt 21 hezar û 198 kesan.
Ev hejmar li gorî heman dema sala 2025an (ku 36 hezar û 954 kes bûn) bi rêjeya ji sedî 43 kêm bûye.
Her wiha li gorî heman dema sala 2024an jî (ku 29 hezar û 867 koçber bûn) bi rêjeya ji sedî 29 kêm bûye.



