Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ragihand ku artêşa Amerîkayê ji bo operasyoneke leşkerî ya li ser Îranê amade ye.
Li gorî medyayê, eger erêkirina dawî derkeve, dibe ku operasyon yekser piştî hilbijartinên navberê yên Kongreyê û herî zû roja çarşemê dest pê bike.
Aloziya leşkerî ya di navbera Amerîka û Îranê de gihîşt qonaxa xwe ya herî krîtîk.
Li gorî nûçeya taybet a rojnameya Amerîkayî The New York Timesê (NYT) ku xwe dispêre çavkaniyên payebilind, Pentagonê amadekariyên xwe yên ji bo operasyoneke leşkerî ya li ser Îranê temam kirine.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku êriş bi temambûna pêvajoya dengdanê ya hilbijartinên navberê yên Kongreyê re, herî zû 4ê Çiriya Paşîn a Çarşemê dikare were kirin.
Biryara dawî girêdayî pesendkirina Trump e
Tevî ku planên operasyonê amade ne jî, hîn ne diyar e ka dê ferman bê dayîn an na.
NYTyê tekez kir ku her gaveke leşkerî bi temamî bi ferman û pesendkirina rasterast a Serokê Amerîkayê Donald Trump ve girêdayî ye.
Hat diyarkirin ku Trump heta niha di vî warî de biryareke fermî û dawî eşkere nekiriye.
Tesîsên nukleerê û enerjiyê di hedefê de ne
Li gorî hûrgiliyên nûçeyeke din a rojnameyê ya 21ê Çiriya Pêşîn, fermandarên leşkerî yên Amerîkî û Îsraîlî planeke hevpar û berfireh a êrişê amade kiriye ku piştî hilbijartinên Kongreyê bikeve meriyetê.
Hat ragihandin ku di plana hevpar de; tesîsên nukleerê yên Îranê, binesaziyên krîtîk ên enerjiyê û depoyên mûşekên balîstîk di nav hedefên sereke de ne.
Operasyona girava Qeşmê û hewldanên dîplomasiyê
Ev liv û tevgera li Pentagonê tevî soza Serok Trump a serê vê mehê rû dide ku gotibû "heta hilbijartin temam bibin dê êrişî Îranê neyê kirin."
Hêzên Amerîkayê doh bi şev êrişeke asmanî ya sînordar bir ser baregeheke parastina asmanî ya li Girava Qeşmê ya Îranê û bi vî rengî alozî zêdetir bû.
Li hêla din, li pişt perdeya Washingtonê tê diyarkirin ku deriyê dîplomasiyê bi temamî nehatiye girtin.
Donald Trump di daxuyaniya xwe ya dawî de got, "Ji bo pêkanîna peymanekê derfeteke gelekî baş heye."
Lê belê malpera nûçeyan a Amerîkayî "The Hill"ê ragihand ku dema hewldanên navbeynkarên navneteweyî yên ji bo lihevkirinê didomin, Trump vê hefteyê vebijêrka êrişa leşkerî li ser maseyê dihêle.
Rapora Îsraîlê û berteka Tehranê
Liv û tevgera leşkerî piştî rapora îstixbaratê ya nîqaşbar a ku Îsraîlê pêşkêşî Washingtonê kiribû, leztir bû.
Îsraîlê îdia kir ku birêvebiriya Tehranê di rewşa krîzekê de "bikaranîna çekên kîmyewî dinirxîne."
Lê belê hinek berpirsên Amerîkî ev îdia wekî hewldana Tel Evîvê bi nav kir ku dixwaze Amerîkayê bikişîne nav şerekî berfireh ê herêmî.
Li hemberî van bipêşketinan ji Tehranê jî bertekeke tund hat.
Berpirsê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî ragihand ku bersiva Washingtonê ya ji bo daxwazên Tehranê yên di çarçoveya dan û standinan de têrê nake û ji bawerpêanînê dûr e.
Rezaî diyar kir ku rêyên çareseriya dîplomatîk bi astengiyeke cidî re rû bi rû ne.



