Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, eger Demokrat li Kongreyê piraniyê bi dest bixin ew amade ye pêşniyaryasayan veto bike.
Trump diyar kir ku ew dê ji bikaranîna desthilata vetoyê kêfxweş bibe.
Wî da zanîn, eger jê re bibêjin "Birêz Veto" ev yek ji bo wî nabe pirsgirêk.
Rapirsî nîşan didin ku dibe Komarî kontrola Kongreyê ji dest bidin.
Lê belê Trump, li ser encamên hilbijartinên navberê bi awayekî geşbîn axivî.
"Dê neçarî lihevkirinê bibin"
Trump diyar kir ku formgirtina Kongreyê ji bo wî ne diyarker e.
Wî îdia kir, biryarên dawî yên Dadgeha Bilind desthilatên berfireh ên cîbicîkar dane wî û Kongre nikare rê li ber wan bigire.
Trump difikire ku bikaranîna desthilata vetoyê dê di dawiyê de Demokratan neçarî lihevkirinê bike.
Serokê Amerîkayê li ser vê mijarê wiha got:
“Di dîrokê de her tim wisa bûye. Tu 2 mehan desthilata vetoyê bi kar tînî, paşê ew bi xwe tên û dibêjin ‘Werin em li hev bikin’.”
Desthilatên serokatiyê tên nirxandin
Du çavkaniyên nêzîkî Trump ragihand ku van hefteyên dawî li Koşka Spî bikaranîna desthilatên serokatiyê yên li ser koçberî û bazirganiyê tên nirxandin.
Yek ji çavkaniyan diyar kir, Demokrat di hilbijartinan de bi ser kevin jî Trump dê desthilatên xwe biparêze.
Wî destnîşan kir ku Trump dê karibe di warê ewlehiya sînoran, bazirganî, ewlehiya neteweyî û siyaseta derve de gavên ku dixwaze biavêje.
Pêla şîn a Demokratan
Trump qala kampanya hilbijartinê jî kir.
Wî da zanîn ku ji bo rêgirtina li "pêla şîn" a Demokratan, ew di 29 rojan de beşdarî 33 mîtîngên mezin bûye.
Trump got, “Berê digotin dê Komarî têkçûneke mezin bibînin. Lê niha ji bo serkeftinê şanseke me ya baş heye û em dê bi encameke şermezarker re rûbirû nemînin.”
Trump li ser pirsa "Gelo ew dê ji bo hilbijartinên serokatiyê yên sala 2028an careke din bibe namzed an na?", got ku wî hîn ev mijar bi şêwirmendên xwe re gotûbêj nekiriye.
Wî anî zimên ku di destê Komariyan de gelek namzedên baş hene.
"Heke pêwîst be ez dê leşkeran bişînim bajarên Demokratan"
Trump da zanîn ku di çarçoveya hilbijartinên navberê de, eger pêwîstî hebe ew dikare yekîneyên National Guardê bişîne wan bajarên ku ji aliyê Demokratan ve tên birêvebirin.
Serokê Amerîkayê bi rêya telefonê beşdarî bernameya "Dan Bongino Show"ê bû.
Wî li ser pirsa "Eger şaredar nexwazin bi we re bixebitin jî, hûn dê leşkeran bişînin wan bajaran?", wiha bersiv da:
"Eger pêwîst be dê xalek hebe ku ez vê yekê bikim."
Trump diyar kir ku ji bo gaveke wiha divê parêzgar yan jî şaredar banga alîkariyê bikin.
Wî bi bîr xist ku berê li Memphis û New Orleansê li ser daxwaza parêzgaran ew ketine nava liv û tevgerê.
Zêdebûna tundûtûjiyê
Pêşkêşkarê bernameyê îdia kir ku hilbijartina Demokratên sosyalîst û birîna budceya rêxistinên polîsan dikare bibe sedema zêdebûna tundûtûjiyê ya li bajarên Demokratan.
Trump sala 2025an, bi hinceta têkoşîna li dijî tawan û krîza koçberan, yekîneyên Nobedarên Neteweyî û ajanên federal şandibûn bajarên wekî Memphis û New Orleansê.



