Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Koşka Spî ragihand ku her çend Demokratan di qonaxa destpêkê ya hilbijartinên navberê de çend serkeftin bi dest xistine jî di nava Koşka Spî de moralekî bilind heye.
Heman berpirsî da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê siyasetên xwe bidomîne.
Berpirsekî bilind ê Koşka Spî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Ajansa Frans Pressê (AFP) re axivî.
Wî berpirsî got, "Keş û hewayê nava Koşka Spî tijî moral e. Encam çi dibin bila bibin, Donald Trump dê rêlibergirtina çepgirên tundrew bidomîne."
"Kemberên xwe girêdin"
Wî berpirsê îdareya Amerîkayê di dawiya peyama xwe de hişyarî da Demokrat û hevrikên Trump û got:
"Kemberên xwe girêdin û xwe amade bikin."
Li gorî pêşbîniyên medyaya Amerîkayê, Partiya Demokrat di hilbijartinên navberê de serkeftineke mezin bi dest xist û kontrola Encûmena Nûneran ji destê Partiya Komarî derxist.
Ev guherîna bingehîn dê di 2 salên paşerojê yên serokatiya wî de Trump bixe nav rûbirûbûn û astengiyên tund ên siyasî.
Kanalên mezin piştrast kir
Her du kanalên mezin CNN û NBC Newsê ev serkeftina Demokratan piştrast kir.
NBC pêşbînî dike ku Demokrat herî kêm 244 kursiyên ji 435 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest bixin.
Li aliyê din, berpirsekî Koşka Spî ji Ajansa Bloombergê re ragihand:
"Her kesê ku îro dengê xwe dabe Demokratan, piştî ku nakokiya Îranê çareser bibe û nirxê sotemeniyê yekser dakeve dê poşman bibe."
"Navê Trump li ser kaxezê nebû"
CNNyê jî li ser zarê berpirsekî Koşka Spî ev zanyarî belav kirin:
"Serok Trump ji gelek namzedan çêtir, ji wan re bangeşeya hilbijartinê kir."
Her wiha heman berpirsî got, "Navê Serok Trump bi xwe li ser kaxeza dengdanê nebû. Ev yek îsbat dike ku dengderên Trump wê demê tên ser sindoqan ku navê wî bi xwe li ser kaxeza dengdanê be."
Ev daxuyanî di demekê de ne ku encamên destpêkê yên hilbijartinên navberê ya Kongreyê nîşan didin ku Demokrat bi pêş ketine û gelek pêgehên girîng bi dest xistine.
Ev yek wekî derbeyekê li Trump û Partiya Komarî tê hejmartin.



