Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên navberê yên Amerîkayê de Demokratan 54 kursî û Komariyan jî 44 Kursiyan bi dest xistin.
Li Amerîkayê di hilbijartinên navdemê yên Kongreyê yên 2026an de hejmartina dengan didome.
Di Senatoyê de Demokratan 20 kursî û Komariyan jî 13 kursî ji kursiyên ku dihatin hilbijartin bi dest xistin.
Li gorî encamên nefermî yên ku ajansa Associated Pressê (AP) eşkere kirine, li wan eyaletên ku sindoq hatine girtin hejmartina dengan didome.
Bi vî awayî serkeftiyên pêşbirka Senatoyê jî diyar dibin.
Piştî ku ji kursiyên ku dihatin hilbijartin 20 ji wan ketin destê Demokratan û 13 jî ketin destê Komariyan, hejmara kursiyên Demokratan gihîşt 54an û ya Komariyan jî gihîşt 44an.
Demokratan di hilbijartinan de 7 kursî ji destê Komariyan derxistin û bi vî awayî pirraniya Senatoyê bi dest xist.
Li hêla din, ji bo diyarkirina 2 kursiyan hejmartina dengan didome.
Hilbijartinên navberê yên Amerîkayê
Xelkê Amerîkayê ji bilî posta parêzgariyê ya li eyaletên xwe û postên din ên herêmî, ji bo tevahiya 435 kursiyên Meclisa Nûneran a Kongreyê û ji bo 35 kursiyên Senatoyê çû ser sindoqan.
Di pergala hilbijartinê ya Amerîkayê de ji bo hemû endamên Meclisa Nûneran a ku ji 435 kursiyan pêk tê, du salan carekê hilbijartin tên kirin.
Ji wan hilbijartinan yek bi hilbijartinên giştî yên serokatiyê re û ya din jî di dema hilbijartinên navberê de tê kirin.
Li milê din ê Kongreyê di Senatoya 100 endamî de, senatorek ji bo heyama 6 salan tê hilbijartin û ji her 2 salan carekê sêyeka wan senatoran bi rêya hilbijartinê tê nûkirin.



