کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump / Wêne: Reuters

Donald Trump / Wêne: Reuters

Cîhan

Donald Trump: Êrişên li dijî Îranê dê wekî gaveke dîrokî bên bibîranîn

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

09-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran09-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike
Cîhan10-11-2026

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin
Cîhan10-11-2026

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin
Cîhan10-11-2026

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrişên leşkerî yên li dijî Îranê dê di dîroka Amerîkayê de wekî yek ji gavên herî baş cih bigirin.

Donald Trump li Floridayê li bajarê West Palm Beachê beriya ku li balafirê siwar bibe û vegere Koşka Spî, bersiva pirsên rojnamegeran da û angaşt kir ku wan di şerê li dijî Îranê de serkeftin bi dest xistiye.

Trump diyar kir ku eger Îran xwediyê çekên nukleerî bibûya dê ji bo cîhanê xetereyeke mezin çêbikira û got:

"Ez dikarim vê ji we re bibêjim, ev êriş dê di dîrokê de wekî yek ji wan gavên herî baş ên ku me pêk anîne bê tomarkirin.

Çimkî eger wan çekeke nukleerî bi dest bixista dê cîhan biteqandana. Çima? Çimkî ew dîn in."

"Em dê vê mijarê niha bigirin yan pişt re?"

Donald Trump li ser qonaxa nû ya operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê jî axivî û destnîşan kir ku ew dikarin di navbera berdewamkirina êrişan an jî parastina rewşa heyî de biryarekê bidin:

"Pirsa li ser Îranê ev e: Gelo em dê vê mijarê niha bigirin yan pişt re? Em dikarin li bendê bimînin. Beşeke ji cîranên wan tercîh dikin ku rewş wekî xwe bimîne."

Trump angaşt kir ku di êrişên li ser Îranê de ti leşkerekî Amerîkayî nehatiye kuştin û ev rewş bi Şerê Viyetnamê re da ber hev ku tê de bi hezaran leşkerên Amerîkayî miribûn.

Gefa lêdana binesaziyê

Serokê Amerîkayê her wiha peyama berfirehkirina êrişan da û diyar kir ku ew dikarin tesîsên binesaziyê yên Îranê bikin armanc:

"Ez dikarim niha herim wan biteqînim. Pirsgirêka vê yekê ew e ku piştî wê hûn nikarin ji nû ve ava bikin.

Eger ez pir û santralên karebayê biteqînim, avakirina wan a ji nû ve dê demeke gelekî dirêj bikişîne. Pirên wan ên mezin hene."

Nirxandina daxuyaniyên JD Vance

Rojnamegeran li ser daxuyaniyên Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ji Trump pirsîn ku têkçûna Partiya Komarî ya di hilbijartinên navberê yên 3yê Çiriya Paşîn de bi êrişên li ser Îranê û pêwendiyên bi Îsraîlê ve girêdabû.

Trump li ser gotinên Vance got:

"Gelek kesan şîroveyên JD Vance yên li ser hilbijartinên navberê neecibandin lê ez ne yek ji wan im. Ji xeynî mijarekê ew rast bû.

Li gorî min diviyabû tiştekî din ê pir girîng jî bigota. Eger derfeteke din bi dest biketa, ma te dê dîsa heman tişt bikira? Bersiv erê ye."

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance piştî hilbijartinên 3yê Çiriya Paşîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku sedema têkçûna Partiya Komarî ya di Kongreyê de şerê bi Îranê re û pêwendiyên bi Îsraîlê re ne.

Pirsên