Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, li Almanyayê hewldana dersînorkirina penaberê Kurd Îsa Sagat û kurê wî yê 7 salî bi midaxeleya pîlot hat astengkirin û ew ji balafirê hatin daxistin.
Îsa Sagatê ku ev nêzîkî çar sal in li Almanyayê dijî û pêvajoya daxwaza wî ya penaberiyê didome, tevî ku dosyaya wî bi dawî nebûbû ji bo dersînorkirinê ji mala wî hat girtin.
Sagat tevî kurê xwe yê biçûk birin Balafirgeha Kolnê lê piştî ku li balafirê hatin siwarkirin, bi midaxeleya pîlot ji balafirê hatin daxistin.
Piştî vê bûyerê, Sagat ji tirsa dersînorkirinê neçar ma ku ji malbata xwe cuda bijî.
Polîsan bi şev bi ser mala wî de girt
Li gorî heman agahiyan, polîsên biyaniyan gef li Îsa Sagat xwaribû ku dê wî bişînin Tirkiyeyê.
Dora demjimêr 03:00ê şevê nêzîkî 20 polîsan bi saber mala wî de girt.
Di demekê de ku hevjîn û keça wî ya sê salî li malê nebûn, polîsan Îsa Sagat û kurê wî yê 7 salî Armagan ji malê birin Balafirgeha Kolnê.
Bav û kur li balafirgehê nêzîkî pênc demjimêran di nav wesayîtê de hatin rawestandin ku vê yekê bandoreke giran a derûnî li ser zarokê biçûk çêkir.
Li ber çavên kurê wî lêgerîn lê kirin
Hat angaştkirin ku polîsan li ber çavên Armaganê 7 salî, cilên bavê wî ji ser wî derxistine û lêgerîna bedenî lê kirine.
Tevî ku zarokê biçûk digiriya û ji polîsan dixwest ku wisa li bavê wî nekin jî polîsan tevgera xwe ya tund domandiye.
Bav û kur demjimêr 11:00an li balafira ku dê biçûya Stenbolê hatin siwarkirin.
Lê piştî ku Îsa Sagat belgeyên xwe nîşanî pîlotê balafirê dan, rewş guherî.
Pîlot diyar kir ku di dersînorkirina wan de rîskên hiqûqî hene û ew vê berpirsyariyê qebûl nake û her du jî ji balafirê dan daxistin.
Ji tirsa girtinê ji malbata xwe cuda dijî
Îsa Sagat piştî ku ji balafirê hat daxistin kurê xwe bir malê lê ji tirsa dersînorkirinê neçar ma ji malê derkeve.
Sagat nêzîkî hefteyekê ye ji hevjîn û zarokên xwe cuda dijî û destnîşan dike ku eger vegere malê, tirsa wî heye ku careke din bê girtin û ji bo Tirkiyeyê bê şandin.
Malbat dixwaze ku rewşa hiqûqî ya Sagat bê zelalkirin, bingeha yasayî ya hewldana dersînorkirinê bê eşkerekirin û tevgera li hemberî zarokê biçûk bê lêkolînkirin.


