کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Parlamentoya Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Cîhan

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin

RÛDAW

RÛDAW

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike
Cîhan10-11-2026

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin
Cîhan10-11-2026

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin

Trump: Welatên Kendavê dixwazin dorpêça li ser Îranê berdewam be
Cîhan10-11-2026

Trump: Welatên Kendavê dixwazin dorpêça li ser Îranê berdewam be

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê Melani Guggulmann ragihand ku ew rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin.

Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê bersiv da pirsên Rûdawê yên derbarê helwesta welatê xwe ya li ser ji nû ve aktîfkirina Parlamena Kurdistanê û hilbijartina desteya nû ya serokatiyê.

Wezaretê diyar kir ku Bern geşedanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û prensîbên demokrasî û diyalogê di nav herî pêşbîniyên wan de ne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê Melani Guggulmann, di bersiva pirsên Edîtora Masaya Nûçeyên Navneteweyî ya Rûdawê Tanya Ehmed de wiha got:

“Swîsre ji rûdanên dawî yên li Herêma Kurdistanê ya Îraqê, di nav de ji nû ve destpêkirina xebatên parlamentoyê û hilbijartina desteya nû ya serokatiyê agahdar e.

Demokrasî û diyalog mijarên pêşîn ên Swîsreyê ne. Em dê şopandina geşedanên siyasî yên paşerojê yên li Herêma Kurdistanê bidomînin.”

Rûniştina dîrokî û hilbijartina Desteya Serokatiyê

Ev helwesta Swîsreyê, piştî ku Parlamena Kurdistanê 4ê Çiriya Paşîn, piştî navbereke ji du salan zêdetir, bi beşdariya 52 parlamenteran ji nû ve hat aktîfkirin û bi piraniya yasayî (50+1) desteya serokatiyê hat hilbijartin.

Di rûniştina ku di bin serokatiya endama herî bîtemen Semîra Hesen de hat birêvebirin de, bi dengê her 52 parlamenterên ku di salonê de amade bûn desteya serokatiyê hat pesendkirin:

·         Seroka Parlamentoyê: Dr. Vala Ferîd (Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê - PDK)

·         Alîkarê Serokê Parlamentoyê: Ramî Nûrî (Parlamenterê kotaya Xiristiyanan ji devera hilbijartinê ya Hewlêrê)

·         Sekretera Parlamentoyê: Muna Nebî Qehweçî (Partiya Çaksaziya Tirkmen)

Hevsengiya hêzan û dabînkirina piraniya yasayî

Ji bo dabînkirina piraniya yasayî ku ji 100 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê pêk tê, hewcedarî bi 51 dengan hebû.

Di rûniştinê de 52 parlamenter amade bûn. Pêkhateya parlamenterên beşdarbûyî wiha bû:

·         PDK: 39 parlamenter

·         Partiya Demokrata Sosyalîst a Kurdistanê: Parlamenterek

·         Kotayên Pêkhateyan: 3 parlamenter

·         Serbixwe: 9 parlamenter

Beşdariya hinek parlamenteran ku li dervayî biryara partiyên xwe tevgeriyan, bû sedema guhertina hejmara kursiyên fraksiyonên opozîsyon û boykotkeran.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): Herdî Selah, Niştiman Nawpirîdanî û Mihemed Feysal Kerîmxan ji fraksiyonê veqetiyan û beşdarî civînê bûn.

Bi vî rengî hejmara kursiyên YNKê ji 23yan daket 20an.

Tevgera Nifşê Nû (Nwey Nwê): Şivan Seîd, Daryûş Elî û Xalid Mihemed ji tevgerê veqetiyan.

Hejmara kursiyên vê tevgerê ji 15an daket 12an.

Bi vê gavê re, hevalbendiya navbera YNK û Nifşê Nûyê ji sedî 15.38 ji kursiyên xwe winda kir.

Tevgera Helwest: Sazgar Fayeq û Sara Muhsin beşdar bûn.

Tevgerê paşê ragihand ku ev her du parlamenter ji refên tevgerê hatine derxistin.

Bertek û daxuyaniyên siyasî

Serok Mesûd Barzanî piştî rûniştinê, peyamek belav kir û gelê Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî spasiya parlamenterên ku ‘erkê xwe yê neteweyî’ bi cih anîne kir û got:

“Ji nû ve aktîfkirina parlamentoyê gaveke ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve ye, li dijî tu kes an aliyekî nîn e û bi teqezî dê xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û pêvajoya siyasî bike."

Serok Barzanî her wiha bangî partiyên ku beşdar nebûne kir ku werin parlamentoyê û bi hev re bixebitin.

Fraksiyona PDKyê her wiha di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir ku bi temamkirina rêkarên qanûnî rêz li demokrasî û vîna gel hatiye girtin.

Fraksiyonê bangî hemû aliyan kir ku ji bo di qonaxa bê ya yasadaniyê de bi hev re beşdar bibin û vegerin salona meclisê.

Li aliyê din, berteka herî tund ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat.

YNK piştî rûniştina parlamentoyê civiya û biryar da ku vê rûniştina parlamentoyê nas neke û bi daxuyaniyekê vekişîna xwe ya ji hikûmetê ragihand.

Nûçeyên Têkildar

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike
Cîhan10-11-2026

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin
Cîhan10-11-2026

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin

Trump: Welatên Kendavê dixwazin dorpêça li ser Îranê berdewam be
Cîhan10-11-2026

Trump: Welatên Kendavê dixwazin dorpêça li ser Îranê berdewam be

Pirsên