کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Li Brîtanyayê pisporên Kurd hişê çêkirî ji bo derman û perwerdeyê bi kar tînin

RÛDAW

RÛDAW

09-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike
Cîhan10-11-2026

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin
Cîhan10-11-2026

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin
Cîhan10-11-2026

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporeke Kurd a li Brîtanyayê diyar kir ku hişê çêkirî (AI) di perwerdeyê de tê bikaranîn û li hemû dibistanan heye.

Pispor û lêkolînera hişê çêkirî ya li Brîtanyayê Dr. Ala Berzenciyê ragihand ku hişê çêkirî di warê perwerdeyê de cihekî girîng digire.

Wê eşkere kir ku hişê çêkirî di dibistanan de ji bo kar û barên xwendekaran gelekî dibe alîkar.

Ala Berzenciyê her wiha da zanîn ku li Brîtanyayê hişê çêkirî di warê tenduristiyê de jî gelekî tê bikaranîn, bi taybetî di dîtina dermanên nû de rola hişê çêkirî heye.

Qutiya dermanan a biaqil ji bo nexweşan

Li aliyê din, endezyara teknolojiya zanyariyan ê li Brîtanyayê Roz Dilşad dahênanek kiriye.

Wê di vê dahênana xwe de hişê çêkirî bi kar aniye.

Ev dahênan ji bo çareserkirina pirsgirêka pîr û kal an jî wan kesên ku xwarina dermanên xwe ji bîr dikin hatiye çêkirin.

Ev amûr dem û mîqdara xwarina dermanan ji nexweşan re dibêje.

Roz Dilşadê diyar kir ku wan qutiyek çêkiriye ku hemû derman di nav de ne.

Li gorî dema xwarina dermanan, ew qutî bi awayekî otomatîk vedibe.

Tevî ku ev amûr hîn li bazaran nehatiye belavkirin jî Roz Dilşadê got ku ew li ser vê projeyê bi cidî dixebitin.

Armanca wan ew e ku ev amûr di demeke nêzîk de ji bo nexweşên jibîrçûnê û yên Alzheimerê amade be.

Pirsên