کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump û Şêx Mihemed bîn Ebdurrehman Al Sanî / Wêne: Arşîv

Donald Trump û Şêx Mihemed bîn Ebdurrehman Al Sanî / Wêne: Arşîv

Cîhan

Trump: Welatên Kendavê dixwazin dorpêça li ser Îranê berdewam be

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

10-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran10-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike
Cîhan10-11-2026

Pîlot rê neda: Almanyayê xwest penaberê Kurd û kurê wî yê 7 salî dersînorî Tirkiyeyê bike

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin
Cîhan10-11-2026

Hegseth: Ji bo şoweke siyasî hewl didin min ji peywirê dûrbixin

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin
Cîhan10-11-2026

Swîsre: Em rûdanên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dişopînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerêkayê Donald Trump ragihand ku welatên Kendavê tercîh dikin ku dorpêçên heyî yên li ser Îranê berdewam bikin.

Trump destnîşan kir ku her kes li ser astengkirina bidestxistina çekên nukleer ên Tehranê hemfikir e.

Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiyê ya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezaî jî bersiv da Trump.

Donald Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê de diyar kir ku wî bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bîn Ebdurrehman Al Sanî re pêwendiyeke "bêkêmasî" pêk aniye û di pêwendiyê de nirxandinên berfireh li ser Îranê kirine.

Trump di parvekirina xwe de ev wiha got:

“Ya herî giring, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Kuweyt û welatên din ji rewşa heyî zêdetir razî ne.

Bi gotineke din, ew dixwazin ku dorpêça deryayî ya dîrokî û operasyona nû ya bi navê 'Deriyê Hesinî', ango dorpêça bejayî û deryayî berdewam bike.”

“Bidestxistina çekên nukleer nayê qebûlkirin”

Serokê Amerikayê ku behsa bernameya nukleer a Îranê jî kir şêweyê hevalbendên xwe ya di vê mijarê de destnîşan kir û got:

“Her kes li ser wê yekê hemfikir e ku Îran nikare bibe xwediyê çeka nukleer. Ev mijarek e ku bi tu awayî ji bo muzakereyê ne vekirî ye!”

Trump li ser amadekariya leşkerî ya Amerikayê ya li herêmê de jî ev îfade bikar anîn:

“Di dema guherîneke di geşedanên Rojhilata Navîn de, çeka Amerikayê li ser tetikê ye û lûleya wê tije ye, û ji bo gavan amade ye.

Lê belê di vê gavê de, êrîşeke nû li ser Îranê pir pêkan xuya nake.”

Trump di dawiya parvekirina xwe de diyar kir ku Îsraîl û hemû Rojhilata Navîn ji metirsî û gefên Îranê hatine parastin.

Trump da zanîn ku Amerîka di warê bidawîkirina şer de şahidiya "tevgereke erênî" dike û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berjewendiyên Amerîkayê dê berdewam werin parastin.

Trump anî ziman ku bi bidawîbûna şerê leşkerî, gelê Amerîkayê û cîhan dê ewletir û bi hizurtir bin.

Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rezayî li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da Trump û got:

“Şerê ku li dijî Îranê tê kirin, hikûmeta Amerîkayê ji niha ve xistiye nav rûxandinê. Lê belê Washington mîna qumarbazekî bêhêvî û bêçare li ber xwe dide. Bi paş ve bikişe."

Rezayî di berdewamiya daxuyaniya xwe de bangî Amerîkayê kir ku dawî li hilberandina nûçeyên sexte yên li ser muzakereyên xeyalî bîne û dest ji înkarkirina nîzama nû ya ku li Rojavaya Asyayê derketiye holê berde û got:

“Wextê wê hatiye ku 7 şertên ku Îranê gelek caran diyar kirine bên qebûlkirin.”

Navbeynkar di navbera Amerîka û Îranê de li ser kar in

Daxuyaniyên her du aliyan di serdemeke wiha de hatin ku Amerîka û Îran bi rêya navbeynkaran muzakereyên xwe didomînin.

Amerîka dixwaze ku Îran dest ji bernameya xwe ya nukleer berde lê belê 7 şertên Tehranê jî hene.

Di serê van şertan de rakirina cezayên li ser Îranê û bidawîkirina şer a li hemû eniyan, di nav de Libnan jî heye.

Pirsên