Mûsil (Rûdaw) – Operasyona kontrokirina bajarê Mûsilê ya hêzên ewlekariya Iraqê berdewam dike. Li 3 taxên bajêr îro jî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Firoke û helîkopterên şer ji esmanan ve çejdarên DAIŞê dikin armanc. Herwiha di encama bombebranan de kargehekê çekan a DAIŞê jî hate teqandin.
Beriya niha hêzên ewlekariya Iraqê kolana Kornîşê ya rojavayê Mûsilê kontrol kiribûn. Avahiya Parêzgariya Mûsilê li vê kolanê ye. lê beriya 2 rojan çekdarên DAIŞê bi êrîşeke dijber careke din karîn bikevin vê kolanê. Hêzên iraqî ji bo dubare kontrolkirina vî kolanî dest bi tevgereke mezin kirine.
Ji esmanan ve firoke û helîkopterên Artêşa Iraqê û yên Hevpeymaniya Navdewletî, ku weke “Nêçîrvanên şevê” tên binavkirin, kargeheke çêkirina çek û teqemeniyan a DAIŞê li taxa Sewra ya Mûislê teqand. Kamerayên Rûdawê kêliyên teqandina vî kargehî tomar kir.
Çekdarên DAIŞê li navçeya Mûsila Kevin hatine dorpêçkirin. DAIŞî nîştecihên bajêr weke mertalên zîndî bikar tîne. Herwiha bi rêya nîşangir û otomobîlên bombebarkirî jî êrîşên dijber dikin.
Çavkaniyên ewlekariyê yên Artêşa Iraqê didin zanîn, ku niha piraniya çekdarên li Mûsilê mane çekdarên biyanî û bi taybetî jî yên çeçenî ne.
Li Taxên Sûr, Tenek û Zencîlî şe û pevçûnên dijwar diqewimin. Ev çend roj e hêzên iraqî çûne nav taxa Tenek lê hê jî bi temamî kontrol nekirine.
Ev şer û pevçûn di demekê de ye, ku DAIŞê amarên şerê 6 mehan belav kiriye. DAIŞ îdîa dike, ku di vê heyamê de 9 hezar û 600 leşker û çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û bi hezaran birîndar bûne.
Rêxistina DAIŞê eşkere dike, ku di 6 mehan de li Mûsilê ji bo pêşiya operasyonê bigrin, 401 êrişên xwekujî kirine.



