Mûsil (Rûdaw) – Nîştecihên rojavayê Mûsilê ligel destpêkirina operasyonan, ji destê DAIŞê direvin û xwe dighinînin navçeyên ewle.
Di 3 rojên destpêka operasyona kontrolkirina rojavayê bajarê Mûsilê de, bi sedan kesan xwe spartiye herêmên bin kontrola hêzên ewlekariya Iraqê.
Hêzên ewlekariya Iraqê jî mirovên sivîl dişîne Kampa Hemem Elîl.
Nîştecihên Mûsilê yên ji destê DAIŞê veriyane dibêjin; “Çekdarên DAIŞê di nav gundên derdora Mûsilê de nemane û hemû reviyane nav bajêr.” Li gorî gotina mûsiliyan, piraniya çekdarên DAIŞê yên xwekuj û biyanî ne.
Pizîşkekî ku ji destê DAIŞê reviyaye diyar dike, DAIŞê ew neçar kiriye da ku çekdarên birîndar derman bike.
Emîrên DAIŞê jî ferman dane, ku dermanên dema wan derbas bûye bidin xelkê sivîl.
Roja 19ê Sibatê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku operasyona kontrolkirina aliyê rojavayê Mûsilê dest pê kiriye û armanca wan a sereke rizgarkirina xelkê sivîl e û paşî kontrolkirina axê.
Mûsil paytexta DAIŞê yê Iraqê ye, ku niha nîvê wê di bin kontrola hêz3en ewlekariya Iraqê de ye.



