Enqere (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) û Serokê
wê yê ku ji kar hatiye dûrxistin Ozgur Ozel biryar da ku her roj li ber Navenda
Giştî ya CHPyê xwenîşandanan bikin.
Di xwenîşandana CHPyê de ji bilî alîgirên CHPyê û Ozgur
Ozel, her wiha partî û komên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê, beşek ji sendîka û
rêxistinan jî amade bûn.
Xwenîşander biryara Dadgeha Enqereyê ya li ser CHPyê wekî
binpêkirina demokrasiyê dibînin.
Alîgirên CHPyê û Ozgur Ozel di bin siya wêneyekî Serokkomarê
Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de ku li nêzîkî navenda CHPyê li avahiyeke fermî
hatiye daliqandin, li dijî biryara dadgehê ya betalkirina kongreyên CHPyê
xwenîşandanê li dar dixin.
Endamê Birêvebiriya CHPyê Levet Yuksel Orhan li ser mijarê
got:
"Operasyona ku li CHPyê hatiye kirin ne tenê operasyona
guhertina Serokê Giştî ye.
Dixwazin nirxên Komarê tune bikin.
Dixwazin em bibin welatekî wekî Efxanistan an Somaliyê.
Ev yek gelekî xeternak û tirsnak e."
"CHP êdî ber bi desthilatê ve diçe"
Li ber deriyê CHPyê ne tenê alîgirên CHPyê û Ozgur Ozel, her
wiha xwenîşanderên ji gelek partî û rêxistinên cuda hene.
Ew biryara dadgehê ya dûrxistina birêvebiriya CHPyê ya ji
wezîfeyê wekî binpêkirina demokrasiyê dibînin.
Alîgirê CHPyê Anil Koprulu li ser xwenîşandanê got:
"Ev a hûn dibînin êşa jidayîkbûna desthilata CHPyê ye.
Em dizanin di dawiya vê êşê de em dê bibin desthilat.
Dixwazin bi destê saziyên dadgeriyê rêya me bibirin lê CHP
êdî ber bi desthilatê ve diçe."
"Kemal Kiliçdaroglu hewl dide CHPyê bixe bin destê
xwe"
Alîgirê CHPyê Mert Çermîklî Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û da
zanîn:
"Kemal Kiliçdaroglu bi salan serokê giştî bû lê bi rastî
ti carî çavên wî têr nebûn.
Bûye 77 salî hîn jî hewl dide bi destê dadgehên AK Partiyê
CHPyê bixe bin destê xwe.
Em jî wekî ciwanan dê li partiya xwe û li mala xwe xwedî
derkevin."
Serokê CHPyê yê ku ji kar hatiye dûrxistin Ozgur Ozel û
birêvebiriya wî biryar daye ku her êvar li ber deriyê CHPyê xwenîşandanê bikin.
