Bakû (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Hejarê Şamil pirtûka xwe ya nû pêşkêşî xwîneran kir.
Roja îmzekirina pirtûka nû ya Hejarê Şamil 25ê Çiriya Pêşîn a 2026an li Bakuyê li Navenda Baku Expoyê hat lidarxistin.
Ev çalakî di çarçoveya Fuara 12emîn a Pirtûkan a Navneteweyî ya Bakuyê de hat kirin.
Navê pirtûka nû ya helbestvan "Heç Bilmədik, Necə Sevdik Sevəndə…" (Dema Me Hev Hez Kir, Me Nezanî Çawa Hez Kir…) ye.
Kurd û Azerbeycanî li hev civiyan
Gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn.
Nivîskarê Kurd ê navdar Ehmedê Hepo û endamên Komeleya Kurdên Azerbeycanê "Ronahî"yê cihê xwe di çalakiyê de girt.
Her wiha ciwanên Kurd û Azerbeycanî, nivîskar û helbestvanên Azerbeycanî û bi dehan hezkirên helbestên Hejarê Şamil amade bûn.
Helbestvan pirtûkên xwe ji xwînerên xwe re îmze kirin.
Di hevdîtinê de sohbeteke jidil di navbera hezkirên helbestan û helbestvan de çêbû.
Ev hevdîtin bû nîşana hezkirina wêje, peyv û pirtûkan.
Her wiha ev ji bo xwînerên Azerbeycanê bû derfeteke nû.
Wan Hejarê Şamil çêtir nas kir û yekem pirtûka wî ya bi zimanê Azerbeycanî rasterast ji destê wî wergirt.
"Ji bo wêjeyê derfeteke bêhempa ye"
Wêjekarên Azerbeycanî yekem pirtûka Hejarê Şamil a bi zimanê Azerbeycanî nirxand.
Wan ev yek di kariyera afirîneriya helbestvan de wekî bûyereke girîng dît.
Li gorî wan, ev pirtûk ji bo bipêşxistina helbesta Azerbeycanî û xurtkirina têkiliyên wêjeyî yên di navbera xwîner û nivîskaran de derfeteke bêhempa ye.
Ev hevdîtina Hejarê Şamil di platformeke çandî ya mezin a wekî Fuara 12emîn a Pirtûkan a Navneteweyî ya Bakuyê de hat lidarxistin.
Ev çalakî bû wekî qerebûkirina salên wî yên dirêj ên li derveyî welêt.
Her wiha ev hevdîtin bû nîşana girêdana wî ya manewî û hewldanên wî yên ji bo parastina mîrata wêjeyî.



.jpg&w=3840&q=75)
