Hewlêr (Rûdaw) – Beşek ji xelkê Gundê Kêste yê ser bi nahiya Kanî Masê li navçeya Amêdiyê, ji ber bombebarana Tirkiyê ji gundê xwe derketine û firokê jî gund bombebaran dikin.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku vê êvarê 10 malbatên ji Gundê Kêste ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê malên xwe terk kirin.
Welatiyê bi navê Zekî Kêsteyî ji Rûdawê re diyar kir ku wan mala xwe bicih hiştîne û heta rewş li herêmê aram nebe ew dê venegerin gund. Li gorî peyamnêrê me îro hejmareke gerîlayan gule berdane û artêşa Tirkoiyê jî bi firokeyan bersiv dane.
Nasir Elî diyar kir ku hêzên pasewanên sînorî yên Iraqê ji bo rêgirtina li pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li navçeyê, çar xalên çavdêriyê li bajarokê Kanî Masê ava kirin.
Peyamnêrê Rûdaw li Duhokê herwiha da zanîn ku ew çar xalên çavdêriyê yên hêzên pasewanên sînorî yên Iraqê, li beramber xalên nû yên serbazî yên Tirkiyê li navçeyê hatine avakirin.
Rêvebirê Nahiya Kanî Masê, Serbest Sebrî ji Rûdaw re eşkera kir, ku heya niha agir bi 1200 donimên daristan û zeviyan ketiye, û ziyaneke mezin gihiştiye mêşên hingiv ên wê deverê.
Serbest Sebrî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: "Di encama topbaranên çend rojên derbasbûyî de 1600 donim erd li deverê şewitiye. Xelkê herêmê nikarin biçin nav rez û baxçeyên xwe av bidin, ji ber vê yekê rez û baxçe ji bilî ziyanên bombebaranê ziwa dibin.”
Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî, destpêkirina operasyoneke nû li dijî gerîlayên PKKê ragihand ku navenda wê operasyonê herêma Metîna ye û digihije heta Avaşîn û Basyanê.
Metîna herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.
Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li 3 kîlometre nêzikî gundê Kêsteyê serbaz bicih kirine û di operasyonên xwede pêş dikeve bo nav axa Başûrê Kurdistanê.
Tirkiye ji bo operasyonên xwe yên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û avakirina hejmareke zêde ya binkeyên serbazî, “parastin û dabînkirina ewlekariya sînorên xwe” wek hinceta sereke nîşan dide.
Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.


.jpg&w=3840&q=75)