Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku destûreke nû pêwîstiyek e.
Numan Kurtulmuş qala sala 2027an kir û got, "Bê guman amadekirina destûreke nû yek ji erkên sereke yên Tirkiyeyê ye."
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li Zanîngeha Galatasarayê beşdarî bernameyekê bû.
Wî bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn û cîhanê û li ser nîqaşên destûra nû axivî.
Kurtulmuş destnîşan kir ku di vê tecrubeyê de "aliyên baş jî hene, aliyên xerab jî hene" û wiha pê de çû:
"Sererastkirina xeletiyan û domandina rêya deynê me ye.
Ez dixwazim binê wê yekê xêz bikim ku Tirkiye xwedî wê hêz û qawetê ye ku destûreke nû amade bike.
Divê em destûran bi temamî ji derbeyan veqetînin. Divê em bi ti awayî rê nedin ku sîha derbeyan bikeve ser destûran."
Her wiha, Kurtulmuş bal kişand ser daxwazên milet û got:
"Nîqaşên destûrê ne mijara nîqaşên siyasî yên rojane ne.
Partiyên siyasî tên û diçin, nav tên û diçin lê pêwîstiya welatan bi destûrê û daxwazên milet li holê ne.
Tevgerîna li gorî vê yekê yek ji hêmanên herî girîng ên paşeroja Tirkiyeyê ye. Ev di nava têkoşîna me ya 150 salî de ya herî girîng e."
"Erkê sereke yê Tirkiyeyê ye"
Numan Kurtulmuş da zanîn ku di qonaxa niha de sedsala 21ê bûye qada şer.
Wî li ser amadekirina destûra nû qala sala 2027an kir û got:
"Bê guman amadekirina destûreke nû yek ji erkên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Ji bo amadekirina destûreke beşdar, pirdeng, demokratîk û berfireh ku dê hêza Tirkiyeyê zêde bike, divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
"Ew dem li pey man"
Numan Kurtulmuş bertek nîşanî wan kesan da ku li dijî amadekirina destûra nû derdikevin û got:
"Her dema ku em vê dibêjin, ez wekî ku dengê wan kesan dibihîsim ku ti fikreke wan li ser destûrê nîne.
Ew ji rast û çepê ve dibêjin 'Lê îradeya damezrîner nîne'. Derdê wan ew e ku wekî îradeya damezirîner qedr û hêzekê nedin milet."
Kurtulmuş li ser girîngiya peymana civakî wiha axivî:
"Çima em ew qasî girîngiyê didin destûrê? Destûr, peymaneke civakî ye di navbera milet û dewletê de ku her kes qebûl dike.
Pêwîst e ev peyman neyê ferzkirin û ji aliyê civakê ve bi dil û can were pejirandin.
Ev yek bi taybetî di demeke ku ew qasî nîqaş û alozî hene de, ji bo Tirkiyeyê pêwîstiyek e. Ev ne tercîheke siyasî yan jî xeyalek e, ji bo Tirkiyeyê pêwîstiyek e."



