Hewlêr (Rûdaw) - Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmizê 2 keştî kirine armanc û li wan xistiye.
Supaya Pasdaran a Îranê derbarê êrişî daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê wan keştiyan dixwest bi awayekî neyasayî ji tengavê derbas bibin.
Di daxuyaniyê de li ser nasnameya keştiyan û zererên canî û madî ti agahiyên zêdetir nehatin belavkirin.
Tenê hat destnîşankirin ku ew dê rê nedin ti "derbasbûnên neyasayî" yên li wê rêgeha avî ya stratejîk.
Tengava Hurmizê hat girtin
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke din de biryara girtina Tengava Hurmizê ya "heta demeke nediyar" eşkere kir.
Supaya Pasdaran hişyarî da hemû keştiyan ku ji cihê xwe nelivin û got, "Nêzîkbûna li tengavê wekî hevkariya bi Amerîkayê re tê hesabkirin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku ti keştî ji cihên xwe yên li Kendav û Deryaya Umanê nelivin.

.webp&w=3840&q=75)

