Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku îro li Tengava Hurmizê agir bi du tankerên petrolê û keştiyeke kaşkirinê ketiye.
Li gorî daxuyaniyê, ev bûyer piştî wê yekê rû da ku li başûrê tengavê mayîneke deryayê bi tankerekê ket.
Artêşa Pasdaran di daxuyaniyekê de eşkere kir ku tankereke petrolê dema xwestiye li başûrê Tengava Hurmizê di rêyeke qedexekirî re derbas bibe, mayîneke deryayê pê de teqiya û agir pê ket.
Her wiha tankereke din jî dema ku ji rêya avî derdiket agir pê ket. Piştre agir derbasî wê keştiya kişandinê bû ya ku ji bo alîkarî û vemirandina agir nêzîkî wê bûbû.
Ev bûyer di demekê de ye ku sibeha çarşemê jî Artêşa Pasdaran ragihandibû ku ji ber mayînan agir bi çar tankerên din ên petrolê ketiye û ew têk çûne. Her wiha wan dest daniye ser du keştiyên din jî.
Li beravên Omanê mûşek li keştiyekê ketin
Li aliyê din, Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku êvara sêşemê li beravên Omanê, 14 mîlan li bakurê rojhilatê devera Lîmayê, du mûşekên nenas li tankereke petrolê ketine.
UKMTOyê da zanîn ku di wê bûyerê de ti ziyana canî an jîngehî çênebûye.



