Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku Amerîkayê li Deryaya Umanê êrişî keştiyeke barhilgir a Îranî kiriye.
Qaymeqamê navçeya Sîrîkê yê parêzgeha Hurmizganê ya Îranê Riza Şehîdiyan daxuyaniyek da.
Riza Şehîdiyan ragihand ku berê vê sibehê li Deryaya Umanê mûşekeke Amerîkayê li keştiyeke barhilgir a Îranî ketiye.
Li gorî gotina qaymeqam, ev keştî 5 mîlan dûrî Bendera Xesebê ya Umanê ji aliyê Amerîkayê ve bi mûşekekê hatiye armancgirtin.
"Kel û pelên jiyanê tê de hebûn"
Riza Şehîdiyan diyar kir ku ew keştiyeke sivîl e û got:
"Di vê keştiya barhilgir de kel û pelên jiyanê yên sereke hebûn.
Keştî îro saet 05:00an ji bajarê Xesebê yê Umanê ber bi navçeya Sîrîkê ya Îranê ve bi rê ketibû."
Qaymeqamê Sîrîkê her wiha qala hûrgiliyên keştiyê kir û pê de çû:
"Giraniya vê keştiya barhilgir 150 ton bû û 5 rêwiyên wê hebûn.
Ew bi alîkariya keştiyên rêwiyan hatin rizgarkirin û ew veguhastin Umanê."
"Droneke Amerîkayê mûşek avêt"
Di heman demê de medyaya Îranê dîmenek belav kir.
Di vîdeoyê de yek ji rêwiyên keştiyê qala çawaniya êrişê dike.
Wî rêwiyî da zanîn ku ew di rê de bûn lê ji nişka ve droneke Amerîkayê mûşekek avêtiye keştiya wan.
Li gorî gotina wî, mûşek rasterast li jûra motorê ya keştiyê ketiye.
Rêwî destnîşan kir ku wan yekser hewl daye ku ew ji keştiyê derkevin da ku canê xwe rizgar bikin.
Wî anî zimên ku keştî û hemû barê wê dê di demeke kurt de bin av bûn.
Êrişên li axa Îranê
Artêşa Amerîkayê şeva borî êrişî çend xalên li nav axa Îranê kir.
Êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê heta berê vê sibehê dewam kirin.
.webp&w=3840&q=75)

