Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku êdî mijara di navbera Îran û Amerîkayê de ne ew e ku dê peymanê îmze bikin yan na, pirs ew e ku dê "kengî" were kirin.
Pete Hegseth her wiha ji Îranê xwest ku Hizbulah êrişên li Îsraîlê rawestîne.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê ji tora nûçeyan a CBSyê re ragihand, ew pêşbînî nake ku êrişên Îsraîlê yên li başûrê Beyrûtê bibin asteng li ber peymana li gel Îranê.
Hegseth hişyarî da Tehranê û ragihand:
"Eger Îran dixwaze ev peyman were parastin, divê rê li ber Hizbulahê bigire û wê kontrol bike."
Mûşekên Hizbulahê û berteka Îsraîlê
Wezîrê Şer ê Amerîkayê anî ziman ku Washington bi hûrgilî avêtina mûşekan a ji aliyê Hizbulahê ve ya ber bi bakurê Îsraîlê ve dişopîne û li pey çû:
"Ev mijarek e ku divê were rawestandin.
Divê Îran Hizbulahê teşwîq bike ku êrişa li Îsraîlê rawestîne."
Pete Hegseth li ser bertekên Tel Evîvê yên li hemberî Hizbulahê da zanîn:
"Êrişa Îsraîlê ya li ser Hizbulahê bi bersiveke zêde bûye, çimkî wan fêm kiriye ku em li ber gihîştina peymanê ne."
Êrişên li başûrê Beyrûtê
Îro balafirên şer ên Îsraîlê êrişî başûrê Beyrûtê kir.
Medyaya fermî ya Libnanê belav kir ku êrişeke asmanî ya Îsraîlê apartmanek li cadeya Xubeyriyê ya li başûrê Beyrûtê kiriye armanc.
Başûrê Beyrûtê wekî bingeha sereke ya Hizbulahê tê dîtin.
Di encama bombebaranê de dûxaneke zêde ji herêmê bilind bû û gelek kes ji malên xwe derketin.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew êriş ji bo êrişên dronan ên Hizbulahê yên li bakurê Îsraîlê bersivek bû.
Her wiha roja yekşemê artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku wan 3 dron li bakurê Îsraîlê xistine.



