Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku kuştina 4 leşkerên Îsraîlê ya ji aliyê Hizbulahê ve hat ragihandin Itamar Ben-Gvir bertekeke tund nîşan da û ragihand, "Divê hemû Libnan were şewitandin."
Wezîrê Parastina Niştimanî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir di daxuyaniyekê de bangî Amerîkayê kir û anî ziman:
"Bi rêzeke mezin ji bo Amerîkayiyan, divê Îsraîl ji bo hemû cîhanê eşkere bike ku xwîna kurên me û aramiya welatiyên me ne cihê lihevkirinê ne.
Divê hemû Libnan were şewitandin."
Ev pêşhatên li qadê û daxuyaniyên tund di demekê de ne ku aloziyên li ser sînorê Libnan û Îsraîlê gihîştine lûtkeyê.
Hewlên dîplomatîk ên ji bo aramkirina rewşê rastî astengiyên mezin tên.
Ev yek di demekê de ye ku tenê berî çend rojan Amerîkayê peymana xwe ya bi Îranê re ragihandibû.
Çavdêr di wê baweriyê de ne ku ev alozî dê bandoreke rûxîner li ser wê peymanê bikin.
Artêşa Îsraîlê: Hizbulahê 4 leşkerên me kuştin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku şeva borî di 2 êrişên cuda yên Hizbulahê de 4 leşkerên wan hatine kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî pilebilind û 3 leşkeran eşkere kir.
Her wiha 5 leşkerên hêzên taybet jî di encama êrişên li başûrê Libnanê de birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê, efserê ku hatiye kuştin navê wî Dor Gedalia Ben Simchon (32) e.
Ew fermandarê Hêza 52yan a ser bi Lîwaya 401ê ya Zirxpoş bû û xelkê herêma Beit Hashitayê bû.
Tê çaverêkirin ku navên her sê leşkerên din jî werin belavkirin.
Êrişa li tankê
Bûyer piştî nîvê şevê qewimî û tanka fermandar li gundê Kfar Tebnitê yê li başûrê Libnanê rastî êrişeke gumanbar a bi dronê yan jî mûşekê hat.
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku ew li ser sedema teqînê lêkolînê dikin ku bûye sedema mirina 4 leşkerên di nav tankê de.
Ben Simchon meha nîsanê ya borî li şûna fermandarê berê hatibû erkdarkirin ku ew jî li başûrê Libnanê bi giranî birîndar bûbû.
Êrişa duyem a bi dronê
Çend demjimêr piştî êrişa li tankê, Hizbulahê li heman gundî êrişeke din pêk anî.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku droneke Hizbulahê li hêzên Lîwaya Komandoyê ketiye û 5 leşker birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên bijîşkî û leşkerî, efserekî yedek bi giranî birîndar bûye, birîna 3 leşkerên yedek di asta navîn de ye û efserek jî bi sivikî birîndar bûye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku birîndar ji bo tedawiyê veguhastine nexweşxaneyan û malbatên wan hatine agahdarkirin.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)