Hewlêr (Rûdaw) - Îranê piştî peymana bi Amerîkayê re ji bo keştiyên bazirganî yên ku dê di Tengava Hurmizê re derbas bibin rêkarên nû ragihandin.
Birêvebiriya Tehranê ragihand ku ew dê ji bo 60 rojî ji wan keştiyên ku şertan bi cih tînin pereyê derbasbûnê nestînin.
Piştî peymana ku armanca wê bidawîanîna şerê di navbera Amerîka û Îranê de ye, Tengava Hurmizê careke din hat vekirin.
Birêvebiriya Tengava Hurmizê ya Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir ku divê keştiyên bazirganî yên ku dixwazin derbas bibin herî kêm 48 demjimêran berê serlêdanê bikin.
Her wiha hat destnîşankirin ku serlêdanên bi rêyên nefermî nayên nirxandin.
Hejmara derbasbûnê gihîşt asta herî bilind
Li gorî amarên şirketa amarên deryavaniyê AXSMarineê, roja pêncşemê 25 keştiyên bazirganiyê di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Ev hejmar ji 18ê Nîsanê ve hejmara herî zêde ya rojane ye ku hatiye tomarkirin.
Şirketê ragihand ku ev hejmar ji navîniya 10 rojên yekem ên meha Hezîranê 5 qatan zêdetir e.
Pispor destnîşan dikin ku piştî peymana di navbera Îran û Amerîkayê de vekirina tengavê bazirganiya deryayî ya li herêmê geş kiriye.
Di dema şer de çûn û hatin rawestiyabû
Şerê ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê dest pê kiribû, bûbû sedem ku hêzên Îranê Tengava Hurmizê bigirin.
Di wê demê de gelek keştî û tankerên petrolê rûbirûyî metirsiya êrişan bûbûn.
Beriya şer rojane nêzîkî 120 keştî di tengavê re derbas dibûn lê ji destpêka meha Adarê ve ev hejmar heta 7,6an daketibû.
Pisporên aboriyê balê dikişînin ser wê yekê ku ji pênc parên yekê ya hinartina petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di Tengava Hurmizê re tê kirin.
Loma tevgera li tengavê ji bo bazarên enerjiyê yên cîhanê gelekî girîng e.
Bi sedan keştî li bendê ne
Li aliyê din, rêxistinên deryavaniyê yên navneteweyî diyar dikin ku ji bo asayîbûna temam a çûn û hatinê pêdivî bi demê heye.
Li gorî amarên Rêxistina Deryavaniyê ya Navneteweyî niha li Kendavê zêdetirî 500 keştiyên bazirganî û 11 hezar deryavan hîn jî li bendê ne.
Rêxistinê ragihand ku bi zelalbûna rêkarên derbasbûnê re dibe ku qerebalixiya li herêmê zêdetir bibe.


.webp&w=3840&q=75)