Hewlêr (Rûdaw) - Tevî gotegotên agirbestê jî Îsraîlê îro dîsa êrişî başûrê Libnanê kir.
Medyaya fermî ya Libnanê ragihand ku ji destê sibehê ve herî kêm 12 herêmên li başûr rastî bombebaranên giran ên Îsraîlê hatine.
Di encama van êrişan de herî kêm 5 kes mirine.
Îsraîlê her wiha bi topavêjan bajarê Nebetiyeyê û derdora wê topbaran kir.
Di encama van êrişan de li bajarokê Erebselîmê 3 kes û li Dêrzahranê jî kesek hatin kuştin.
Dema ku droneke Îsraîlê li ber deriyê bajarokê Diwêrê li motorsîkletekê xist kesekî din jî mir.
Doh roja înê berpirsekî Amerîkayî ragihandibû ku bi navbeynkariya Amerîka û Qeterê li ser wê yekê gihîştine lihevkirinekê ku şerê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de raweste.
Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê jî got ku welatê wî dê pêbendî agirbestê bibe bi mercê ku Hizbulah jî pêbend bibe lê belê ragihandina agirbestên bi vî rengî berê jî nekarîbû êrişên her du aliyan rawestîne.
Tenê roja înê di êrişên Îsraîlê yên li başûr û rojhilatê Libnanê de 47 kes hatin kuştin.
Îsraîlê jî ragihand ku 4 leşkerên wê hatine kuştin û îdia kir ku zêdetirî 150 êriş pêk anîne û "bi dehan çekdarên Hizbulahê" kuştine.
Pirsgirêka sereke çi ye?
Li gorî wê peymana ku hefteya borî di navbera Amerîka û Îranê de hatibû îmzekirin, diviyabû şerê li Libnanê jî bihata rawestandin.
Ji bo veqetandina pirsgirêka Libnanê ya ji şerê mezin ê herêmê, ji meha nîsanê ve di bin zexta Amerîkayê de Libnan û Îsraîlê li Washingtonê dest bi dan û standinên rasterast kirine.
Biryar e roja sêşemê gera pêncem a guftûgoyan dest pê bike.
Nêrîna Netanyahu û Amerîkayê
Doh Serokê Libnanê Joseph Aoun ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re ragihand ku beriya bipêşketina dan û standinên bi Îsraîlê re pêdiviya wan bi agirbesteke giştî heye.
Li aliyê din, berpirsên Amerîkayê û heta Donald Trump jî dilgiraniya xwe ya li ser vî şerî anîbû ziman.
Lê belê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja înê ducare kir ku hêzên wan "heta dema ku pêwîst bike" dê li başûrê Libnanê bimînin.
Şer kengî dest pê kir?
Ev şerê niha destpêka meha adarê dest pê kir.
Hizbulahê ji bo tolhildana kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ku di êrişa Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin, bi mûşekan êrişî Îsraîlê kiribû.
Îsraîlê jî bi êrişên asmanî û bejahî bersiv dabû.


