Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ferman daye artêşa welatê xwe da ku êrişên li başûrê Libnanê rawestîne.
Li gorî nûçeya televîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê, Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz derbarê êrişên li ser Libnanê de fermaneke nû da artêşê.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Netanyahu û Katz ferman da artêşê ku êrişên li Libnanê rawestînin, lê ji wan herêmên ku derbasî nav bûne venekişin.
Daxuyaniya fermî nehat dayîn
Heta niha ji aliyê hikûmetê yan jî artêşa Îsraîlê ve li ser vê mijarê ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê û peymana Amerîka û Îranê, ji şevê borî bajarokên herêma Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê bombebaran dike.
28 kesan canê xwe ji dest da
Birêveberiya Parastina Sivîlan a Libnanê ragihandibû ku di êrişên Îsraîlê yên li bajarên Nebatiye, Sûr û Seydayê de 28 kesan canê xwe ji dest daye.
Rayedarekî Îsraîlî ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji medyaya welatê xwe re axivî.
Wî rayedarî ragihand, tevî peymana Amerîka û Îranê û êrişên dijwar ên li Libnanê, doh di navbera wan û Hizbulahê de agirbesteke nû ketiye dewrê.
Li gorî peymana di navbera Îranê û Amerîkayê de, hatibû ragihandin ku dê li hemû eniyan agirbest were ragihandin ku Libnan jî di nav de ye.
Ev biryar li Îsraîlê bûbû sedema bertekan.
Wî rayedarî gef xwar ku eger bersivek ji aliyê Hizbulahê ve were dayîn, artêşa Îsraîlê dê bi awayekî pir dijwar êriş bike.



