Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê 68 salî yê ji Rihaya Bakurê Kurdistanê Muhiyettîn Kiliç li girtîgeheke Bexdaya paytexta Îraqê mir.
Muhiyettîn Kiliç xelkê navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Kiliç beriya 19 mehan li ser xwesteka Înterpolê li Herêma Kurdistanê hatibû girtin û beriya 6-7 mehan jî ji bo radestkirina Tirkiyeyê biribûn Bexdayê.
"2 caran krîza dil derbas kir lê nebirin nexweşxaneyê"
Li gorî deng û nameyeke ku hevalên wî yên girtîgehê ji Rûdawê re şandine, Muhiyettîn Kiliç li Navenda Polîsan a Resafe Qiyadeyê dihat ragirtin.
Kiliç 2yê Çiriya Paşîn a 2026an du caran li pey hev krîza dil derbas kir.
Hevalên wî diyar kir ku wan agahî daye birêvebiriya girtîgehê û Înterpolê lê tevî vê yekê jî Kiliç nebirin nexweşxaneyê û heman rojê di girtîgehê de miriye.
Cenazeyê wî dişînin Rihayê
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê ji bo şandina cenazeyê wî yê ber bi Rihayê ve dest bi kar û barên fermî kiriye.
Li gorî gotina hevalên wî, dê termê Kiliç roja şemiyê (7ê Çiriya Paşîn) veguhêzin Bakurê Kurdistanê.
11 girtiyên din li benda vegerê ne
Li aliyê din, 11 girtiyên welatiyên Tirkiyeyê yên li Bexdayê ji Tirkiyeyê alîkariyê dixwazin û dixwazin bên vegerandin.
Ew girtî dibêjin ku dadgehên Bexdayê biryara radestkirina wan a ji bo Tirkiyeyê daye lê berpirsên Îraqê ji wan re gotiye ku Tirkiye di wergirtina wan de xemsar e.
Girtiyan di peyama xwe de got:
"Em ji Tirkiyeyê dixwazin ku yan me zû wergire yan jî biryarên me yên girtinê yên li Înterpolê rake da ku em bi derfetên xwe vegerin Tirkiyeyê."
.webp&w=3840&q=75)


