کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Erdogan li Antalyayê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir

RÛDAW

RÛDAW

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya
TIRKIYE11-11-2026

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Antalyayê wekî serokên dewletên cîhanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) îro Antalyayê bi mazûvaniya Erdogan tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li cihê lidarxistina Lûtkeya Serkirdeyan ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê roja sêşemê ragihandibû ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendineke fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gihîştiye bajarê Antalyayê.

Beşdariya 102 serkirdeyan

Lûtkeya Serkirdeyan a COP31ê îro dest pê kir û dê du rojan dewam bike.

Ev lûtke di navbera 9-20ê Çiriya Paşîn de li qada COP31ê tê lidarxistin û 196 welat û Yekîtiya Ewropayê tîne ba hev.

Tê payîn ku ji 6 parzemînan 95 welat û 102 serkirde beşdarî lûtkeyê bibin.

Erdogan dê behsa vîzyona Tirkiyeyê bike

Lûtkeya Serkirdeyan çalakiya herî girîng a COP31ê ye.

Ev lûtke bi mazûvaniya Erdogan li salona civîna giştî ya Anadoluyê ya li Herêma Şîn tê lidarxistin.

Di bernameyê de Serokkomar Erdogan, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dê biaxivin.

Her wiha Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed Alî, Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese û Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula Da Silva yê ku mazûvaniya COP30î kiribû dê gotaran pêşkêş bikin.

Erdogan dê di axaftina xwe ya vekirinê de behsa vîzyona avhewayê ya Tirkiyeyê bike.

Pirsên