کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin / Wêne: AA

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin / Wêne: AA

TIRKIYE

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya
TIRKIYE11-11-2026

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler hevahengiya Hewlêr, Bexda û Enqereyê gotûbêj kir
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler hevahengiya Hewlêr, Bexda û Enqereyê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Serokê Saziya Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re civiya.

Ev civîn di çarçoveya Lûtkeya 31emîn a Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de hat kirin.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, di civînê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku "di civînê de dînamîkên ewlehiya herêmê, têkoşîna li dijî terorê û hevkariya berfireh a di navbera her du aliyan de" hatin gotûbêjkirin.

Îbrahîm Kalin bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye girîngiyeke stratejîk dide aramî, bipêşketin û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Wî her wiha destnîşan kir ku diyalog û hevahengiya nêzîk a di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de ji bo aramiya herêmê xwedî roleke krîtîk e.

Li gorî zanyariyan, her du aliyan di hevdîtinê de li ser berdewamkirina mekanîzmayên hevahengiyê hev ra bûn

Hat diyarkirin ku ew dê bi taybetî di dosyeyên ewlehiyê û yên herêmî de şêwir û hevahengiya xwe ya di hemû qadan de bi biryardarî bidomînin.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin bal kişand ser "xurtkirina hevkariyê û hevahengiya hevbeş, bi taybetî jî di warê parastina ewlehî û aramiyê de."

Girîngiya hevahengiya Enqereyê, Bexdayê û Hewlêrê

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di beşeke din a civînê de jî girîngiya hevahengiyê hatiye nîqaşkirin û got, "Girîngiya hevahengiya di navbera Enqereyê, Bexdayê û Hewlêrê de ya li ser vê mijarê hat gotûbêjkirin."

Rewşa herêmê mijareke din a guftûgoyên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Îbrahîm Kalin de bû.

Derbarê rewşa herêmê û civînê de di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Li ser rewşa herêmê, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkariyê kir da ku karibin li hemberî astengiyan rû bi rû bisekinin û aramiyê biparêzin."

Pirsên