کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Numan Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê / Wêne: AA

Numan Kurtulmuş çû serdana DEM Partiyê / Wêne: AA

TIRKIYE

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler hevahengiya Hewlêr, Bexda û Enqereyê gotûbêj kir
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler hevahengiya Hewlêr, Bexda û Enqereyê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji bo damezirandina Desteya Çavdêriyê ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de çû serdana komên DEM Partî û AK Partiyê.

Numan Kurtulmuş li avahiya Parlamentoyê pêşî bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.

Ev hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû nêzîkî 45 xulekan dom kir.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê ragihand ku di civînê de pêşhatên dawî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine gotûbêjkirin.

Her wiha xebatên damezirandina Desteya Çavdêriyê ya di bin banê Parlamentoyê de jî hatine nirxandin.

Kurtulmuş çû serdana koma AK Partiyê jî

Serokê Parlamentoyê piştî hevdîtina bi koma DEM Partiyê re, çû serdana koma AK Partiyê.

Kurtulmuş li wê derê bi Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, wekîlên serokê komê û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Huseyîn Yayman re civiya.

Ev hevdîtin jî derdora 40 xulekî dom kir.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler piştî hevdîtinê daxuyaniyek da rojnamegeran.

Guler bi bîr xist ku 10ê Tebaxê "Yasaya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekgirtina Civakî" hatibû pejirandin û li gorî xala 7emîn a wê yasayê biryar e di bin banê Parlamentoyê de Desteya Çavdêriyê were avakirin.

Guler da zanîn ku wan li ser hejmara endamên desteyê, rêbaz û pênaseya xebatê ya komîsyonê nêrînên xwe pêşkêşî Kurtulmuş kirine.

Li gorî gotina Guler, piştî ku hemû serdan temam bibin Serokê Parlamentoyê dê raya giştî li ser pêvajoyê agahdar bike.

Partiyên mixalefetê dixwazin pêvajo leztir bibe

Damezirandina Desteya Çavdêriyê ya Parlamentoyê yek ji xalên sereke yên yasaya çarçoveyê ye.

Bi rêya vê desteyê, partiyên siyasî dê li ser navê îradeya gel çavdêriya gavên çekdanînê, vegera gerîlayên PKKyê û sererastkirinên yasayî bikin.

Partiyên mixalefetê û bi taybetî jî DEM Partiyê di rojên borî de bangî Serokê Parlamentoyê kiribû da ku van hevdîtinan bilezîne.

Partiyên mixalefetê xwestibû ku ev deste bi lez têkeve pratîkê û rê li ber derengketina pêvajoyê were girtin.

Pirsên