کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Nêçîrvan Barzanî û Cevdet Yilmaz / Wêne: AA

Nêçîrvan Barzanî û Cevdet Yilmaz / Wêne: AA

TIRKIYE

Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê civiyan

RÛDAW

RÛDAW

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Kalin civiyan

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya
TIRKIYE11-11-2026

Kurtulmuş ji bo Desteya Çavdêriyê bi DEM Partî û AK Partiyê re civiya

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e
TIRKIYE11-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Ursula von der Leyen: Parastina aramiya herêmê girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendina Tirkiyeyê li bajarê Antalyayê ye û li wê derê bi Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz re civiya.

Nêçîrvan Barzanî her wiha dê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re jî bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bi Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê dê îro êvariya çarşemê beşdarî xwarina êvarê ya serokan a Lûtkeya Guherîna Avhewayê bibe.

Dê mijarên ewlehiyê bên gotûbêjkirin

Nûçegihanê Rûdawê Senger Ebdulrehman li Antalyayê li ser hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê agahî dan.

Senger Ebdulrehman got ku Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re bicive.

Di hevdîtinê de dê parastina sînoran, ewlehiya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê û gelek mijarên din ên ewlehiyê bên gotûbêjkirin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li cihê lidarxistina Lûtkeya Serokan hat pêşwazîkirin.

Nêçîrvan Barzanî di Konferansa 31emîn Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Lûtkeya COP31ê

Lûtkeya Guherîna Avhewayê 9ê Çiriya Paşîn a 2026an dest pê kiriye.

Ev lûtke dê heta 20ê Çiriya Paşîn a 2026an bidome.

Tê çaverêkirin ku nûnerên 197 aliyan û nêzîkî 100 hezar kes beşdarî lûtkeyê bibin.

Armanca sereke ya lûtkeyê ew e ku bilindbûna pileyên germê yên cîhanê di asta 1,5 pileyên sîlîzî de sînordar bike.

Pirsên