Çiyayek dest bi dest dibe.
Hinek cih hene ku dîroka neteweyekê li wan kom dibe. Çiyayê Şingalê yek ji wan e.
Di Tebaxa 2014an de bi dehan hezar jin, mêr û zarokên Êzidî ji bo xwe ji destê kujerên bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar bikin, xwe avêtin berpalên Çiyayê Şingalê. Ne ava wan hebû, ne sîh û ne jî cihekî ku xwe lê veşêrin.
Hinek zarokan di rê de canê xwe ji dest da û li kêleka rê hatin veşartin.
Kesên wekî me ku bi rizgarbûyan re kar dikin, dizanin ku di bîranîna wan de ev çiya hem stargeh e û hem jî goristan e. Vî çiyayî ew kes rizgar kirin û di heman demê de bû şahidê mirina wan jî.
Ji 26ê Çiriya Pêşîn a 2026an ve artêşa Îraqê kontrola cihên stratejîk ên girîng ên li ser çiyê girtiye destê xwe.
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, divê dest ji saziya xwe ya leşkerî ya serbixwe berdin.
Li gorî aliyên pêwendîdar, ev peymana tevlîkirina 4 hezar û 165 şervanên jin û mêr nav dezgehên ewlehiyê yên Îraqê, di nav de artêş, polîs û hêzên Heşdî Şebî li xwe digire.
Agahî li ser wê yekê cuda ne bê heta niha çend şervan hatine tevlîkirin û dê gavên bê çi bin.
Serokwezîrê Îraqê di meha îlonê de ev lihevtêgihiştina siyasî ragihand.
Wate qonaxeke nû li Şingalê dest pê dike, bi hemû encamên xwe ve ku ji mijarên leşkerî gelekî zêdetir e.
Destpêkê, dibe ku her kes vê yekê wekî nûçeyeke baş bibîne û nerîneke min jî bi wî rengî li mijarê dinêre.
Kêmbûna komeke çekdar a ku li derveyî kontrola dewletê kar dike, dikare ewlehiyeke zêdetir ji bo xelkê dabîn bike.
Piştî bi salan ji êrişên asmanî yên Tirkiyeyê, hêvî heye ku Şingal êdî nebe armanca operasyonên leşkerî.
Bexda soza avedankirin, qerebûkirin û vegera malbatên koçber dide.
Ev 12 sal in ev navçe di navbera Bexda û Hewlêr, PKK û mîlîsyan, êrişên asmanî û sozan de ku qet nehatin bicihanîn asê maye û hêsîr e.
Mafê xelkê wê bi temamî heye ku li pergala bawerpêkirî binêre.
Lê ya ku min dilgiran dike ne tenê ew e ku dê bombebarankirina Şingalê kêm bibe yan na, lê belê ew e ku dê çawa pergalek bê avakirin, kî dê wê dabejîne û xelk dê çawa xwedî maf bin.
Di heman dema ku ez van hevokan dinivîsim de li Kampa Xankê ya nêzîkî Dihokê me û bi wan malbatan re diaxivim ku 12 sal in li benda vegera mal û halê xwe ne.
Westiyan û bêhêvîbûnekê dibînim ku hîn jî bi kûrahî bandorê li min dike, tevî ku bi dehan salan e bi rizgarbûyên tundiyê re kar dikim jî.
Ji bo van malbatan, pirsa sereke ne ew e ku çekdarên li ser çiyê dê kîjan cil û bergan li xwe bikin, ew dixwazin zanibin ka gelo dikarin careke din li malên xwe bijîn bêyî ku ji nû ve ji çarenivîsa zarokên xwe bitirsin.
Sozeke destûrî ya bicihneyhatî
Ji bo Hewlêrê, Şingal ne tenê qezayeke asayî ya parêzgeha Nînowayê ye lê yek ji wan navçeyên nakok e ku diviyabû li gorî madeya 140î ya destûra Îraqê ya sala 2005an bi rêya asayîkirin, serjimêrî û giştpirsiyê paşeroja wê bihata çareserkirin, diviyabû heta dawiya sala 2007an ev yek bihatana kirin lê yek ji van jî nehat kirin.
Nêzîkî 20 salan e, ev made di destûrê de wekî sozekê maye ku ne kes pêgirî pê dike û ne jî kes wê hildiweşîne.
Ji Çiriya Pêşîn a 2017an ve, dema ku hêzên Îraqî û Heşdî Şeibî piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê Pêşmerge ji Şingalê derxistin, ev pirs di rastiyê de bi rêya kontrol û desthilata defakto hat çareserkirin ne bi rêya qanûnê.
"Peymana Şingalê" ku di Çiriya Pêşîn a 2020an de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî di navbera Bexda û Hewlêrê de hat îmzekirin, bi mebesta dagirtina vê valahiyê bû.
Peymanê biryar li ser rêkarên ewlehiyê yên nû, vekişîna komên çekdar ên li derveyî dewletê û pêkanîna îdareyeke nû ya xwecihî da lê xalên sereke yên siyasî û îdarî qet nehatin bicihanîn.
Peymana niha, pêdaçûn û rêxistineke nû ya leşkerî li xwe digire lê heta niha ti peymanên wisa tekez li ser rol û beşdarkirina Hewlêrê yan jî beşdariya watedar a rûniştvanên Êzidî nîne.
Helwesta Herêma Kurdistanê zelal bû. Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dilgiran in ji wê yekê ku Bexda bi awayekî yekalî li Şingalê gav biavêje û vê yekê wekî binpêkirina Peymana 2020an dibîne.
Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed hişyarî da ku ne ewlehî û ne jî vegera malbatên koçber bêyî hevahengiya li gel Hewlêrê dê bi ser nekeve.
Her wiha amaje bi wê yekê dike ku her çend DAIŞê axa xwe ji dest dabe jî lê şiyana wê ya sûdwergirtina ji valahiyên ewlehiyê ji dest nedaye. Bersiva Bexdayê di yek hevokê de hat: Ev mijar tenê di çarçoveya berpirsyariya hikûmeta federal de ye.
Peyama sereke di vê peyvê de ye: “Tenê”
Ev mijar ji çend hezar şervanekî gelekî zêdetir e, pirs ew e gelo Şingal wekî mijareke destûrî ya neçareserkirî dimîne yan biryarên leşkerî û îdarî wê ji guftûgoyên siyasî derdixin.
Tevlîkirina YBŞyê di nava dezgehên dewletê de madeya 140î pûç nake lê dikare hevsengiya hêzê bi awayekî wiha kûr biguherîne ku bicihanîna wê madeyê di paşerojê de zêdetir zehmet bibe.
Dan û standinên navbera Bexda û Enqereyê yên li ser radestkirina baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê li Zîlkanê ya nêzîkî Başîqayê ku bêyî beşdariya Hewlêrê bi rê ve çû, nîşan didin ku beşdariya Herêma Kurdistanê di biryarên ewlehiyê yên herêmî de heta çend cihê dilniyayiyê nîne û wekî mijarek misoger nayê dîtin.
Êzidî, Kurd, Îraqî
Milmilaneya li ser xwedîtiya axê bi pirseke nasnameyê re hevseng e ku ji her sînorekî kûrtir diçe xwarê.
Êzidî di wê de cudahiyê dibînin bê gelo xwe wekî Kurd, wekî Êzidî, yan jî wekî her duyan bibînin. Hinek siyasetmedar daxwaza îdareyeke serbixwe ji bo Êzidiyan bi pêwendiyeke nêzîktir bi Bexdayê re girê didin. Hinekên din hîn paşeroja xwe di çarçoveya Herêma Kurdistanê de dibînin.
Siyasetmedarên Êzidî tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê rêz li xelkê bê girtin, bêyî guhdana wê yekê ku çawa nasnameya xwe ya neteweyî pênase dikin.
Her ji ber vê sedemê ye, nabe guftûgoya li ser xwerêveberiyê têkelî biryardana li ser nasnameya tevahiya pêkhateyekê bê kirin.
Min di gotareke xwe ya berê de li ser wê yekê nivîsî gelo Êzidî Kurd in? Min nivîsî ku ji bilî kesê pêwendîdar bi xwe, mafê tu kesî nîne ku biryarê li ser nasnameya wî/wê bide.
Ez hîn li ser wê helwesta xwe me.
Mafê tu siyasetmedarekî Kurd nîne ji Êzidiyan re bêje divê hûn Kurd bin û mafê tu berpirsekî Îraqî jî nîne li Êzidiyan qedexe bike ku ew Kurd bin.
Êzidî pêkhateyeke neteweyî-olî ne ku bi cîhana Kurdî re xwedî girêdan û pêwendiyên zimanî û dîrokî yên kûr in.
Dîroka Êzidiyan çewsandina ji aliyê desthilatdar û eşîrên Kurdan ve jî li xwe digire. Li Tirkiye û Sûriyeyê Êzidî gelek caran ji ber wê yekê ku wekî Kurd dihatin dîtin rastî êrişan dihatin. Li devera Şingalê, şeva 3ê Tebaxa 2014an ezmûneke cuda di bîra gelek malbatan de koland.
Ji ber wê, cudahiya di şêwazê pênasekirina nasnameyê de ne merc e ku nîşaneya nezanîna dîrokê be lê belê dibe ku rengvedana ezmûna cuda ya girêdan, parastin û bi tenê hiştinê be.
Metirsî ji wê demê ve derdikeve holê ku mafê çarenivîsê dibe hêleke nû ya dubendiya siyasî.
Kesek ku tenê xwe wekî Êzidî pênase dike ne merc e dijayetiya Hewlêrê bike.
Bi heman şêweyî, kesê ku xwe wekî Kurdekî Êzidî jî pênase dike neçar nîne dest ji mafê nûneratiyeke serbixwe ya Êzidiyan berde.
Şingal ne tenê ew cih e ku Êzidî lê dijîn, Şêxan, Laliş ku mezargeha herî pîroz a Êzidiyan e û gundên derdora Dihokê hemû li Herêma Kurdistanê ne û dezgehên wan ên olî jî li wê derê ne.
Her rêxistineke siyasî ku Şingalê li beramberî van cihan deyne, fişar û girjiyeke zêdetir dixe ser pêwendiyên civakekê ku ji zû ve li ser çendîn dewletan belav bûye.
Sînor û şêwazên rêvebirinê dibe ku guftûgo li ser wan were kirin lê mafê tu kesî nîne ku biryarê li ser nasnameya kesekî din bide.
Pêwîst e mafê bêsînor ê takekesî yê diyarkirina nasnameya xwe, ji mafên bikom ên kêmîneyan bê cudakirin. Parastin, mafê mulkiyetê, azadiya olî, beşdariya siyasî û vegereke bi ewle, divê ji bo hemû Êzidiyan were misogerkirin, bêyî guhdana wê yekê ku ew çawa li nasnameya xwe ya neteweyî dinêrin.
Piştî komkujiyekê, bi taybetî dê bibe karesat heke piştgirîkirina eniyeke siyasî bibe mercek ji bo dîtin û naskirina wan mafan.
Kî sûdmend e û kî jî zererê dibîne?
Bexda kontrola xwe bi ser navçeyekê de bihêztir dike ku hikûmeta federal ji sala 2017an ve hebûna leşkerî tê de parastiye lê pêgeha wê ya siyasî hîn cihê nakokiyê ye.
Şervanên rêxistineke çekdar a nêzîkî PKKyê dibin endamên dezgehên ewlehiyê yên dewletê, zincîreya fermandariyê, mûçe û girêdanên siyasî tên guhertin. Gelo ev yek dê bibe sedema lêpirsîn û berpirsyariyeke zêdetir li hemberî xelkê, bi wê yekê ve girêdayî ye bê kî kontrola wan hêzan dike û xelkê Şingalê heta çi radeyê dikarin bandorê li ewlehiya xwe bikin.
Heşdî Şebî jî dikare hebûna xwe li vê navçeya sînorî ya stratejîk a girîng de bihêztir bike, eger beşek ji endamên YBŞyê bi kirdarî di nava refên wê de werin tevlîkirin.
Ev jî berevajî wê niyeta ragihandî ya Bexdayê ye ku sercem hêzên çekdar bixe bin kontrola bibandor a dewletê. Berjewendiyên Tehranê di korîdorên ber bi Sûriyeyê û pêgeha wan komên li Îraqê de heye ku hevalbendên Îranê ne û lewma bala wê li ser wê derê ye. Ev ne belge ye ji bo planeke hevpar a pêşwext li dijî Hewlêrê lê nîşan dide ku peymaneke ewlehiyê ya xwecihî li Şingalê destwerdanê di berjewendiyên hêzên herêmî de jî dike.
Enqere ji mêj ve zext dikir ji bo hilweşandina wan komên çekdar ên ku nêzîkî PKKyê ne li başûrê sînorên wê. Peymana nû xizmeta wê berjewendiya ewlehiyê dike, tevî ku hîn ne zelal e Tirkiye dê siyaseta xwe ya leşkerî li herêmê çawa bi rê ve bibe.
Gava Enqere û Bexda di heman guftûgoyê de behsa ewlehî, bazirganî û korîdorên veguhastinê yên wekî "Rêya Bipêşketinê" dikin, eşkere dibe ku paşeroja Şingalê heta çi radeyê girêdayî berjewendiyên herêmî yên berfireh e.
Hewlêr hegemoniya xwe di navçeyekê de ji dest dide ku rewşa destûrî hîn nehatiye çareserkirin lê dibe ku zerermendê herî mezin Êzidî bin heke bibin babeta peymanekê bêyî ku ew bibin şirîkekî wekhev di bicihanîna wê de.
Ji bo avedankirin, qerebûkirin û vegerê berê jî gelek caran li Şingalê soz bi wan hatibû dayîn. Vê carê divê ew soz bi bûdceya pesendkirî, dema diyarkirî, parastina qanûnî ji bo vegeriyayan û beşdariyeke serbixwe ya Êzidiyan werin piştgirîkirin, eger na, cil û bergên leşkerî dê werin guhertin lê neîstiqrarî û nearamiya jiyana rojane dê wek xwe bimîne.
Dema ku çek namînin
Şingal ne dosyayeke îzolekirî û jihevcudabûyî ye. Di gulana 2025an de PKKyê fesixkirina xwe ragihand û di tîrmehê de gerîlayan bi şêweyeke sembolîk çekên xwe li nêzîkî Silêmaniyê şewitandin.
Li Tirkiyeyê, çarçoveyeke siyasî û qanûnî ji bo pêvajoyeke nû hat holê.
Li Sûriyeyê, peymanên tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nav pêkhateyên dewletê, pêgeha wan a leşkerî ya serbixwe di binî de guherî.
Niha jî YBŞ li Şingalê heman rêyê digire ber. Sedemên cuda yên van rûdanan hene û heman rêbazan bi kar nayînin lê heman pirsê derdixin holê:
Dema rêxistinên wan ên çekdar namînin, çi tê serê mafên siyasî yên xelkê?
Ji ber ku min jiyana xwe ya pîşeyî di karkirina li gel encamên tundiyê de derbas kiriye, ez tu carî giringiya bêdengbûna çekan kêm nabînim lê nabe dawîhatina rêxistineke çekdar bi çareserkirina milmilaneyeke dîrokî bê têgihiştin.
Artêşek dikare şervanan li xwe bigire û hikûmetek dikare soza ewlehiyê bide, lê rêxistina nû ya leşkerî bi tenê naskirinê bi dest naxe, her wekî çawa vekişîna komeke çekdar baweriyê çênake. Divê maf bi parastî bimînin her çendîn hevsengiya hêzê careke din jî biguhere.
Ev rûdan beşek in ji dîzayneke nû ya berfirehtir a Rojhilata Navîn.
Enqere li herêmê li serbestiyeke zêdetir a manevrayê digere, Bexda dixwaze desthilata dewletê biçespîne, Şam dixwaze axê kontrol bike û Hewlêr jî dixwaze parastinê li qeware û otonomiya xwe bike.
Ji bo aktoranên siyasî yên Kurd ev yek rewşeke dijwar diafirîne, dibe ku ew wezîfeyên hikûmetê, derfetên aborî, yan jî pêgehekê di nav saziyên ewlehiyê de bi dest bixin, bêyî ku garantiya siyasî ya cihê baweriyê misoger bikin.
Postekî hikûmî ne destûr e û sozek jî nabe mafekî qanûnî yê bicihhatî. Ev cudahî jî gelek caran tenê di dema serîhildana qeyrana dahatû de derdikeve holê.
Ji bo vê yekê hewcedarî bi ti teoriyên pîlangêriyê an jî planeke nihênî nîne.
Dewlet li pey berjewendiyên xwe ne ku carinan li hev dikin û carinan jî beramberî hev dibin.
Lawazkirina rêxistinên çekdar ên serbixwe yên Kurdan, dibe ku di heman demê de xizmeta çendîn hikûmetan bike, tevî ku di warên din de hevrikê hev bin.
Ev nayê wê wateyê ku hemû rûdan ji aliyê yek desthilatê ve têne arastekirin lê belê me dikişîne ser pirsekê: Gelo ew kesên ketine jêr bandora van bûyeran dikarin bi xwe biryarê li ser wan qanûn û rêzikan bidin ku li jêr wan dijîn?
Tiştê ku rizgarbûyî pê re dijîn
Zêdetirî 2,500 Êzidî hîn jî bêserûşûn in. Gelek malbat hîn jî di kampên derdora Dihokê de dijîn.
Li wira zarok mezin bûn bêyî ku qet wan gundan bibînin ku malbatên wan ji wê derê koçber bûne.
Hans Keilson di lêkolînên taybet bi ziyanên derûnî (trawma) de nîşan dide ka şert û mercên jiyanê yên piştî çewsandina çawa çarenûssaz in.
Ewlehî, naskirin û derfeta ji nû ve bidestxistina kontrola jiyana xwe, roleke çareseriyê dilîzin di wê yekê de gelo xelk dikarin dest bi hezimkirin û dermankirina wan êşên xwe bikin ku dîtine yan na.
Ji bo piraniya rizgarbûyên jenosîdê, ev merc hîn nehatine holê, ew nizanin xizmên wan li ku ne, gelo qet dê rojekê vegerin malên xwe yan na, û piştî ew hemû bûyerên qewimîn dikarin baweriya xwe bi kê bînin.
Salên dirêj ên koçberiyê mirovî bê mentiq nake û an jî şiyana biryardana siyasî jê nastîne lê gava ku soz bi salan bi cih neyên anîn, hêviya ji bo kesekî ku di dawiyê de dest bi kar bike û tiştekî bike pirtir dibe.
Ev tiştek e ku mirov dikare jê fêm bike, û berpirsyariyek taybet dixe ser milê serokên siyasî. Nabe ku ew westiyan û bêzariya xelkê bi kar bînin daku biryaran wekî tiştekî hewce û neçar nîşan bidin, tevî ku dibe paşê encamên wan kifş bibin.
Xebata min a klînîkî û akademîk nîşanî min da ku veguhastina baweriyê çi qasî dijwar e dema ku tundî û bêhêvîtiya berdewam ew wêran kiribe.
Çi peyman nikare birînên derûnî yên 12 salan ên koçberiyê bi tenê bi îmzekirina li ser kaxezekê derman bike.
Di atmosfereke bi vî rengî de nîqaş û belgeyên rast lêbelê bê ku pirsgirêkan çareser bikin, tên pevguhertin.
Ji aliyê Kurdan ve, xelk wê bi bîr tînin ku Pêşmerge li Şingalê canê xwe gorî kiriye, Kurdên misilman malbatên Êzidiyan veşartiye û ew rizgar kirine û bi sedan hezar kesên koçber jî di sala 2014an de li Herêma Kurdistanê stargeh dîtine; ev hemû rast in.
Ji aliyê Êzidiyan ve, xelk tiliya xwe dirêjî şeva 3ê Tebaxa 2014an dikin ku Pêşmergeyan bêyî agahdarkirina xelkê xwe vekişand, her wiha behsa çendîn sedsalên ji binpêkirinan dikin ku mîr û eşîrên Kurdan jî beşdar bûne; ev jî rast e lê danîna êşekê li beramber êşeke din nahêle hevtêgihîştin pêk bê, belkî zêdetir sûcdarkirinan li pey xwe tîne.
Êşa aliyekî nikare êşa aliyê din ji holê rake, divê her du jî bên naskirin.
Hin deng li nava diysporaya Êzidî li Ermenistan, Gurcistan û Almanyayê, daxwaza cudabûneke baştir û pirtir ji nasnameya Kurdî dikin.
Ev helwest rehên mîrokî û kesî yên cihêreng hene; gellek kes vê bi daxwaza xwe ya rewa ya diyarkirina berjewendiyên civaka xwe ve girê didin. Hinekan jî ji hin vegotinên li ser nijada xwe dest pê dikin ku hîç bi delîl û bingehên zanistî û akademîk nehatine piştastkirin.
Pêwîst e ev mijar di aramî û li ser bingeha rastî û delîlan bên nîqaşkirin. Rûmet û serbilindiya Êzidiyan ne bi wê yekê ve girêdayî ye gelo dînê wan ji yên din kevintir e yan gelo ew dikarin îspat bikin ku bi eslê neteweyî ji Kurdan cudatir in. Mafên wan ên mirovî milkê wan in û wek civakeke di bin metirsiyê de pêwîstiya wan bi parastineke taybetî heye.
Pêwîst e xelkê diyasporayê bifikire jî ku ji bo daxwazên wan ên siyasî, ji bo kesên li Şingal, Şêxan û yan jî li kampan mane çi maneyê dide. Hilbijartina nasnameyeke cuda ya Êzidî nayê wateya dijayetîkirina cîranên wan ên Kurd.
Herwiha nûneratiya siyasî tenê bi veqetîna ji desthilatekê û teslîmbûna xwe ji bo yekî din, nabe nûneratiyeke serbixwe. Serbixwebûn yanî qebiliya aprastinê li berjewendiyên xwe bi awayekî azad, ka ew di têkelbûna li gel Bexda, Hewlêr, Enqere û yan jî her partiyek siyasî ya Kurdan be.
Pirsek ji bo PKKyê
Li nava vê nakokiyê, yektayekî heye ku hîn jî bersiveke vekirî deyndar e.
YBŞ di tebaxa 2014an de ji aliyê PKKyê ve hat avakirin û perwerde û retorîka wê ya siyasî li Qendîlê hatin diyarkirin.
Ji bo çendîn salan PKKyê piştevaniya wan koman kir ku li Şingalê banga serbixweyiya Êzidiyan dikir di derveyî kontrola Hewlêrê de.
Di heman demê de wê gelek caran Êzidî wekî beşekî ji dîrok û civaka Kurdan, hetta wekî pêkhateyeke herî kevnar û otantîk a gelê Kurd didan naskirin.
Ev bîr û bawerî hewce nakin li hevdû bidin lêbelê eger bi ciyê ku serbixwetî xizmeta ewlekirina azadiya tercîhê ya mirovan bike, ew zêdetir ji bo cihêkirina yek partiya Kurdan ji hevrikê xwe were bikaranîn, dê li beramberî hev bidin.
Divê PKK diyar bike bê ka çawa mafekî wekî rewa dibîne ji bo Êzidiyan bê guhdan li guhertinên di nav hevpeymanan de, û çima polîtîkayên wê yên li Şingalê carna wê di heman blokê lig el Bexda û Heşdî Şebî, li dijî Hewlêrê de dîtin.
Ev ne ferqeke akademîk a piçûk e. Bizevek ku çek radike û dixwaze wekî yekîneyeke siyasî bimîne, divê li ser heman rêzikên azadî û demokrasiyê ku ew bi xwe propaganda dikin were pîvandin.
Û ev dengên xweser ên Êzidî, rêzgirtin li nasnameyên cuda, û hêsaniya vekolîn û lêpirsînê li biryarên wê digire nav xwe. Tevgerek siyasî nabe bi rasteqînî daxwaza nasînê ji bo Kurdan bike lê dema ku Êzîdî ji aliyê kesên din ve bo menfîetên wan wekî piyon tên bikaranîn bêdengiyê hilbijêre.
Gava ku niha pêwîstiya Hewlêr û Bexdayê bi wan heye
Li Hewlêrê xwestek û dilgiraniyek heye: Bersivdayîna Bexdayê bi nerazîbûnê, siyasetmedarên Êzidî bi tohmetbarkirinê û diyaspora jî bi hêrsê nêzîk dibin. Ev karvedan dibe ku cihê têgihiştinê be lê şaş e. Dibe ku hêrs û hilçûn xelkê bilivînin lê wan naparêzin. Baweriya Êzidiyan bi penabirina ji bo madeyên destûrî yan jî bi rêzkirina qurbaniyên xwe venagere, belkî bi riya bêhnfirehî, rastgo û ew gavên ku xelk di jiyana xwe ya rojane de dibînin, vedigere. Di vê kêliyê de, divê siyaseta Kurdan aram be, li derveyî hilbijartinan yan jî rûbirûbûnên paşerojê bifikire û xwe ji wan tiştan dûr bigire ku bi hilçûnên nû ve werin kişandin.
Gava yekem divê lêkolîneke serbixwe û zelal li ser rûdanên şeva 3yê Tebaxa 2014an be, zincîreya fermandariyê bê eşkerekirin, guh li kesên rizgarbûyî bê girtin û berpirsyariya siyasî û leşkerî bi awayekî zelal were diyarkirin.
Hêzên ku li wir bi cih bûbûn, rûbirûyî hêzeke leşkerî ya mezin û bi hêz bûn lê ev yek bersiva wê pirsê nade ku çima ew qasî xelk bêyî hişyariyeke pêşwext hatin hiştin. Ne tenê vekişînê bawerî têk bir, ew bêdengiya demdirêj a ku li pey hat birîn kûrtir kir. Hikûmetek ku mikur li têkçûnên xwe bê, rûmeta xwe ji dest nade, ew bawerî û ewleyiyê bi dest dixe ku bêyî wê aştî ne pêkan e.
Bi heman awayî, girîng e ku were nîşandan ka çi dikare li wan cihên ku niha di bin berpirsyariya Hewlêrê de ne, were bidestxistin. Şêxan, Laliş û gundên Êzidiyan ên derdora Dihokê dikarin bi kiryar nîşan bidin ku avedankirin, derfetên kar, mafê parastî yê mulkiyetê û parastina cihên pîroz di rastiyê de tê çi wateyê. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi beşdariya wekhev a Êzidiyan di îdare, saziyên ewlehiyê û zanîngehan de heye, wekî dengekî serbixwe ne wekî paşkoyê partiyeke siyasî.
Berî her tiştî, divê zelal be ku ti kes nayê bêrêzîkirin yan mafên kêm nayên dayîn tenê ji ber ku xwe wekî Êzidî pênase dike. Bawerî bi pêdagiriya li ser koka hevbeş nayê bidestxistin; bawerî dema ku xelk bibînin ku rêz li azadiyên wan tê girtin, geş dibe.
Divê Bexda jî ji kontrolkirina çiyayê zêdetir tiştan pêşkêş bike. Rêkeftinek berdewam pêwîstî bi îdareyeke xwecihî heye ku xelkê Şingalê wekî rewa bibînin, diyarkirina berpirsyariyeke zelal ji bo ewlehî û avedankirinê, beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pirsên destûrî yên neyeksankirî de û mekanîzmeke serbixwe ji bo piştrastbûna ji bicihanîna sozên dayî.
Rêya rast ne ezmûneke din a kêşmekêşa hêzê ye ku careke din malbatên di kampan de dijîn baca wê bidin, di wan saziyan de ye ku Êzidî di girtina biryaran de beşdar bin, ne tenê piştî ku peyman hat kirin, ji biryaran werin agahdarkirin.
Ti ji van bi lez rû nadin. Ew baweriya ku di şevekê de şikestiye, di heyama xuleke hikûmetê de venagere; bawerî dema ku xelk, sal bi sal, bibînin ku soz tên bicihanîn, vedigere.
Dabeşbûneke dualî
Ew tiştê ku li Şingalê xwedî rengekî dibe, metirsiya dabeşbûneke dualî dihundirîne. Ew Êzidiyên ku çavê wan li Bexdayê ye, dibe ku ji wan Êzidiyan xerîb bibin û qut bibin ku bi tundî girêdayî Hewlêrê ne. Di heman demê de, dibe ku pêwendiyên di navbera Êzidî û Kurdan de zêdetir ber bi xirabûnê ve biçin, tevî ku ne tenê dîrokeke dûr û dirêj, belkî gund, ziman, pêwendiyên xizmantiyê û bîranînên hevkariyê û xiyanetê jî wan bi hev ve girê didin. Nabe ku kesek neçar bimîne ku dev ji nasnameya xwe berde da ku bikaribe bi kesên din re bijî ev, divê berî her tiştî bibe waneya siyasî ya jenosîdê.
Çekdarkirina YBŞyê dikare sûdê bide Şingalê, eger ku vegera malbatan, avedankirin û beşdariyeke siyasî ya rasteqîn mîsoger bike lê dibe bêhêvîbûneke din eger ku tenê girêdanbûn û paşkoyetiyeke nû ava bike.
Di gotara xwe ya derbarê aştiyeke bêyî Kurdan de, min nivîsî ku nebûna tundiyê ne bi wateya aştiyê ye heman rastî ji bo vir jî derbasdar e. Divê aştî bi wê were pîvandin ku gelo dayikek li Şingalê dikare zarokên xwe bişîne dibistanê, gelo malbatek dikare vegere mala xwe, gelo xizmên kesên windabûyî bersivekê distînin û gelo gencek dikare bi azadî biryar bide ku ew kî ye.
Komkujiya 2014an wekî birîneke ku nehatiye dermankirin maye. Lêkolînên li ser windabûna komî û ew windabûna ku nifş bi nifş tê veguhestin, nîşan didin ku bandorên tundiyê heta çi astê dikarin dirêj bibin dema ku nasname û ewlehî tune bin.
Her kesê ku vê birînê ji bo dijberiya Êzidî li hemberî Kurd an Kurd li hember Êzidî bi kar bîne, tenê birînê kûrtir dike. Pêwîstiya xelkê bi wê nîne ku bi ser neiyên siyasî yên nû de werin dabeşkirin, pêwîstiya wan bi cîranekî wisa heye ku jê bawer bikin û pêwîstiya wan bi saziyên wisa heye ku mafên wan biparêzin, heta gava ku hikûmet û hevalbendî jî diguherin.
12 sal berê, bi dehan hezar kes penaberî Çiyayê Şingalê bûn ji ber ku sîstema derdora wan hilweşiyabû. Eger ku ev çiya niha bibe nîşaneya sîstemeke nû, divê xelk bi xwe di biryardana li ser paşeroja xwe de xwedî deng û biryar bin.
*Prof. Dr. Îlhan Kizilhan derûnnas û lêkolînerekî Kurd e ku li Almanyayê dijî. Pisporê travmaya derûnî, teror, şer û psîkolojiya navçandî ye. Ji aliyê Serokkomarê Almanyayê ve bi madalyaya federal a Almanyayê hat xelatkirin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.jpg&w=3840&q=75)
