Dema ku şeva borî careke din esmanê devera Kormorê bi agirê dron û mûşekan sor bû û li beşekî Kurdistanê tarî ket, reşahiya dûmanê nasnameya partiyan nexwend û nepirsî ka kîjan bajar kesk e û kîjan zer e.
Dijminên Kurdan dema ku gurzên xwe diweşînin, nabêjin "me li filan bajarî da", behsa PDK û YNKyê nakin; dibêjin: "Me li Kurdistanê da." Lê belê, tam di bin dûmana wan dronan de, em dibînin ku careke din YNK û PDK li ser çalakkirina parlamentoyê dikevin pêsîra hev û dengên gemarî yên du-îdareyî û dabeşbûnê ji nû ve zindî dibin.
Dîrok ji me re dibêje ku di hemû qonaxên cuda yên tevgera rizgarîxwaz a neteweya Kurd de, em bi xwe bûn ên ku me pêvajoya mafê çarenivîsê rawestandiye yan bi paş xistiye, ne yên din.
Îro li Başûrê Kurdistanê, nakokî gihîştine qonaxeke xwekuştina siyasî; em bi mirina xwe razî ne, bi şertê ku ketina hevrikên me ya di heman çalê de misoger be!
Ji bêaqiliya berpirsan e ku bêyî destûrek hebe em daxwaza cîbicîkirina wê dikin, bê parlamento em behsa yasadanînê dikin û bê hikûmeteke yekgirtî û bihêz, em quretî û pozbilindiya desthilatdariyê dikin.
Wisa dixuye ku berpirsên me îroya xwe ji bo xapandina gel û sibeya xwe jî ji bo ji rê derxistina hevpeymanên me danîne; mînaka herî nû û zindî jî yekkirina Hêza Pêşmerge ya di nav du kevanan de ye.
Ewropiyan, piştî ku di du şerên cîhanî yên bi xwîn de hevdu qir kir, wan bi piştgirîdana bi aqilê birêvebiriyê, zû cemeda bêaqiliyê şikand; di nava salên pênciyan de kevirê bingehîn ê berjewendiyên giştî danî, heta ku di destpêka salên nodiyan de ew kir "Yekîtiya Ewropayê" û sînor û tundrewiya neteweyî di oxira serweriya yasa û parastina aştiyê de ji holê rakir.
Lê belê, piştî zêdetirî sê dehsalan ji desthilatdariya Kurdî û nêzîkî 25 mehan piştî hilbijartina dawî, hîn jî saziyeke desthilatdariyê ya bihêz ji vî gelî re rewa nehatiye dîtin. Dema ku hevpeyman ji me re dibêjin "bibin yek", berpirsên me dibêjin: "Lezê li me nekin, mijara yekbûnê aloz e!"
Her ev bêaqilî ye ku me ber bi wê yekê ve dikişîne ku em hevdîtin û konferansên navneteweyî yên mezin li dar bixin û nûnerên welatan vexwînin da ku ji wan re bibêjin: "Em nikarin hikûmetê ava bikin, em nikarin Hêza Pêşmergeyan bikin yek." Bi vê yekê, me xewna mezin a neteweya xwe ji bo nakokiyên li ser post û wezareteke kêmtir an zêdetir biçûk kiriye û em ji wan daxwaz dikin: "Ji kerema xwe, şîretan li me bikin!"
Eşkere ye ku di vê krîzê de pirsgirêk ne gel e; ji bo diyarkirina vê rastiyê jî, di destpêka îsal de, dema ku ji bo Rojavayê Kurdistanê me kolanên Silêmaniyê û herêma Kurdistanê kirin qada gihandina dengê neteweyî ya cîhanê, di laboratuwara wan kolanan de me DNAya Kurdbûnê rave kir. Bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê, bêyî ku guh bidin alîgiriya partîtî û herêmî, hemûyan bi yek qirikê kir hawar: "Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e!" Wan di matematîkê de dahênan kir û teoriyên nû tomar kirin bi wê yekê ku "Du û du dike yek, nake çar."
Vê zindîbûnê dupat kir ku neteweya Kurd yek ruh û yek laş e lê ew partiyên siyasî ne ku hîn jî bi felsefeya gemarî ya serdema şerê navxwe û li ser xeta cografî ya destçêkirî ya Dêgeleyê siyasetê dikin; dixwazin doza neteweyî di çarçoveya mîrnişînekê, bajarekî û herêmekê de kurt bikin û têxin qalibekî teng.
Serkirdeyên Kurd, li derveyî mala xwe bi awayekî bêhempa navbeynkariyê dikin; va ye di pirsgirêka navbera Amerîka û Îranê de, dîroka bi xwîn a di navbera Tirkiye û gerîla de çareser dikin; bi şanazî dibêjin, eger ew nebûna, Îraqeke nû ava nedibû û Şîe û Sunne nedikarîn bi hev re li hev bikin.
Gelo sirr û efsûna vê hêka şeytanî ya li ser maseya gotûbêjên we çi ye ku hûn nikarin li gel birayên xwe yên ku tenê bajarek di navbera we de ye, li hev bikin û bi hev re navbeynkariyê bikin?
Bila em hinekî zelaltir bin; yek ji şaşiyên medyaya Kurdî û mixalefetê di salên borî de ew bû ku her tim tawanbar nediyar hiştine. Rexne nagihêjin cih heta ku em nebêjin "filan kes û filan alî, filan şaşî kir", lê belê em têgihên giştî yên wekî "desthilat, yan YNK û PDK" ji bo pirsgirêkan bi kar tînin.
Dema ku her partiyek şaşiyeke stratejîk û monopoliyê dike, divê bi dengekî bilind bê gotin "PDK" yan "YNK".
Di odeyên tarî yên hikûmeta binkefireh û şirîkatiya sexte de rastî winda dibin; wekî mînak, heta vê gavê jî ji bo me zelal nebûye ka gelo xerabûna jêrxaneya stratejîk a Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û Soranê, encama cezakirina siyasî û cudakariya PDKyê ye ji bo bipêşxistina devera xwe yan encama xirabbikaranîna desthilatê û astengiyên YNKyê ye?
Dibe ku biryarên tund ên vê dawiyê yên YNKyê yên vekişîna ji hikûmetê, bertekek bin li hember rêzeke bipaşguhxistin û takrewiya PDKyê lê eşkere ye ku di dawiyê de ew dê dîsa vegerin ser maseya gotûbêjan û li hev bikin, lewma bangewaziya ji bo du-îdareyî û parçekirina Herêmê ji bo çi ye?
Bersiva vê "ji bo çiyê", beşeke mezin jê bi wan dengên nerast û firsendxwaz ve girêdayî ye ku bi navê çavdêr û şêwirmendan agirê dubendiyê geş dikin; ewên ku herêmeke yekgirtî wekî metirsî û du-îdareyî û dabeşbûnê wek çareserî û nîmet dibînin. Ew wek wî pîşekarî ne ku heta pevçûnên dijwartir û zêdetir di navbera otomobîlan de çêbibin, bazara wan geştir dibe û berîkên wan tijîtir dibin.
Asayî ye ku ji organeke hizbî ya YNKyê rexneyeke tund li PDKyê bê girtin û berevajî wê jî lê kengî rewa ye ku serokê navendeke lêkolînên stratejîk li ser ekranan bibe şêwirmendê şeytan û li borîzana du-îdareyî û jihevqutbûnê bide?
Bila em bipirsin: Gelo ti carî saziyekê wekî Chatham Houseyê ya li Londonê yan Carnegieyê ya li Washingtonê, şîreta pêxistina şerê navxwe û parçekirina welatê xwe daye siyasetmedarên xwe?
Lê hîn jî ji bo aştiyê ne dereng e. Vê carê eger hûn şaşiya navbeynkariyê û dijwartirkirina alozî û girjiyan bikin, ne dîrok dê rehmê li we bike û ne jî gel dê van lîstikên xeternak ên dubendiyê tehemil bike.
Deriyê xelasiyê, veger e ji bo wê destûr û yasaya ku we nenivîsandiye (ango binivîsin); ji ber ku tenê di bin sîbera serweriya yasayê de ye ku ti kes û ti alî nikare çarenivîsa miletekî li pey berjewendiyên xwe kaş bike. Em dixwazin du û du bibin yek, ne ku bibin sifir.



.jpg&w=3840&q=75)