Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz derbarê êrişa li ser koçberên Kurd ên Girê Spî got, "Ez dê êrişa li ser koçberên Kurd bişopînim."
Nûçegihanrê Rûdawê Namo Ebdulla, li navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, li ser tundiya li hemberî koçberên vedigerin ji Nûnerê Amerîkayê Mike Waltz pirsî.
Mike Waltz got, "Min ew vîdeo nedîtine û ez nikarim li ser tiştekî ku min nedîtiye daxuyaniyê bidim lê bê guman ez dê li vir bi nûnerê wan re biaxivim."
Êrişa li ser xelkê ku vegeriyan Girê Spî
26ê Çiriya Pêşîn a 2026an, li ser banga birêvebiriya Girê Spî bi dehan malbat vegeriyan vî bajarê Rojavayê Kurdistanê.
Armanca vegera wan ew bû ku belgeyên fermî yên xwedîtiya erd û milkên xwe pêşkêş bikin.
Lê belê di dema gihîştina wan de ji aliyê hejmarek niştecihan ve êrişî wan hat kirin û zerer gihişt otomobîlên wan.
"Em ji bo tevlîbûna Kurdan a nava artêş û civakê dixebitin"
Nûnerê Amerîkayê li gel soza şopandina pirsgirêka koçberan, bal kişand ser hewlên berdewam ên Washingtonê yên ji bo parastina pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê jî.
Mike Waltz ji Rûdawê re got, "Wekî tu dizanî, pêwendiyên me yên berdewam bi hikûmeta Sûriyeyê re hene.
Em dê xebata xwe ya bi wan re bidomînin ji bo ku Kurd di nava hikûmet, artêş û civaka wan de cih bigirin."
Rûdaw: Pirsek li ser Sûriyeyê. Koçberên Kurd di dema vegera li ser cih û warên xwe de rastî êrişan tên. Li ser înternetê hinek vîdeo hene ku şewitandina otomobîlên wan nîşan didin. Bi sedan kes rastî êrişan tên. Ji bo ku koçberên Kurd bi silametî vegerin peyama we ji bo desthilatdarên Sûriyeyê çi ye?
Mike Waltz: Min ew nedîtine. Ez nikarim li ser tiştekî ku min nedîtiye daxuyaniyê bidim. Bê guman ez dê li vir bi nûnerê wan re biaxivim. Wekî tu dizanî, pêwendiyên me yên berdewam bi hikûmeta Sûriyeyê re hene. Em dê xebata xwe ya bi wan re bidomînin ji bo ku Kurd bikevin nava hikûmeta wan, artêşa wan û nava civakê.



