Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (UN) daxwazê ji hemû aliyên Kurd û hikûmeta federal a Îraqê dike ku bi rêya diyalog û dan û standinan pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Neteweyên Yekbûyî di heman demê de ji bo alîkariya pêvajoya guftûgoyên navbera aliyan amadebûna xwe anî zimên.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li New Yorkê pirsa Rûdawê bersivand.
Pirsa Rûdawê li ser dilgiraniyên Sekreterê Giştî yên têkildarî egera kûrbûna aloziyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bû.
Farhan Haq ragihand ku hêviya rêxistina wan ew e ku wekî salên borî dan û standin berdewam bikin.
Heq da zanîn ku ev yek ji bo rêgirtina li ber her cûre perçebûnê û parastina aramiya herêmê pêwîst e.
Rûdaw: Li Herêma Kurdistanê alozî zêde dibin. Yek ji her du partiyên sereke yên herêmê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişiyaye û gefa wê yekê xwariye ku li Silêmaniyê hikûmeteke hevrik ava bike. Cara dawî ku ev her du partî ji hev veqetiyan di salên 1990î de bû. Wê yekê rê li ber şerekî navxweyî yê xwîndar vekir ku zêdetirî 3 salan ajot û bû sedem ku bi dehan hezar kes koçber bibin. Sekreterê Giştî heta çi radeyê ji egera perçebûna Kurdistanê û bandorên wê yên berfirehtir ên li ser aramiya Îraq û herêmê bi giştî dilgiran e?
Farhan Haq: Hêviya me ew e ku hemû aliyên Kurd û hikûmeta federal a Îraqê bi hevdû re diyalogê bidomînin û pirsgirêkên xwe yên hilawîstî çareser bikin.
Wekî ku hûn dizanin, dema ku li Îraqê nûnertiyeke Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariyê hebû, me alîkariya wê diyalogê dikir. Bê guman bi her hebûneke me ya li qadê, em dê her amade bin ku alîkariya wê diyalogê bikin.
Lê teqez em dixwazin ku alî bi wî awayê ku di van çend salên borî de karîbûn bi dan û standinan pirsgirêkên xwe yên çaresernebûyî çareser bikin, berdewam bikin.
.jpg&w=3840&q=75)

