Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di encama qezayekê de 1 jê giran 6 kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Qoser-Serêkaniyê li nêzîkî Gundê Eradê 2 otomobîl li hevdû qelibîn.
Nav û plakayên şofêrên her du otomobîlan nehatin zanîn.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên îtfaiye û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hat zanî ku di qezayê de H.H. (46), A.Ç. (33), Ş.Ç. (25), H.Ç. (35), C.Ç. (10) û S.Ç. (55) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiya H.H. yê 46 salî ku bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatibû veguhestin giran e.



.jpg&w=3840&q=75)